Diroka kurd

 

Di dîroka kurdan de Þerefname û giringiya wê    Xelîl DOST

Dîrok Nivîsîn û Dîroknas Kî ye?     FERÎD ÎZOL

Ji bo dîrok dîsa dubare nebe     M. RAUF ÇÎÇEK

Têkoþîna Baþûr     MEMÊ ALAN

Di Dîroka Kurdan de Bajarê Bedlîsê    ÞAKIR EPÖZDEMÝR

Nêrînek li ser kurdî: Doh û îroya wî   Prof. Dr. EMÎN ALÎ SAÎD


Di dîroka kurdan de Þerefname û giringiya wê


Xelîl DOST


Þerefname çarsed sal beriya îro hatiye nivisandin û di qada xwe de pirtûkeka yekem e. Meriv di þerefnamê de dîroka kurdan ya gelemperî nebîne jî, ev ne ji kêmasiya þerefnamê ye. Ev kêmasî, þerefnamê ji muqayesekirina me ya bi roja îro ve derdikeve. 
Tesîra zeman û þertû þirûtan li ser mirovan gelek heye. Ji ber vê, ew kêmasiyên ku em tê de dibînin dibe ku ji ber vê tesîra zeman û þert û þertan û muqayesa me ya bi roja îro bin.
Hetanî îro, gelek pirtûkên dîrokî ku li ser kurdan hatine nivîsandin hene. Hinekên wan dused û hinek jî sêsed sal li dûv þerefnamê hatine nivîsandin. Herçiqas di nav van dîrokên ku hatine nivîsandin de cudatiya zeman hebe jî, di noqdeyekê de yekîtî di nav wan de heye. Ji Mînoroskî bigrin heta Nîkîtîn, ji M. Emîn Zekî bigrin heta Kemal Burkay di pirtûkên xwe yên li ser dîroka kurdan nivîsandine de hemûyan ji kaniya þerefnamê av wexwarine. Tevan ji þerefnamê îstîfada kirine û wê referans nîþan didin. Sedema vêya jî, weka ku me li jor jî got, ji ber ku þerefname di dîroka kurdan de pirtûka yekem car hatiye nivîsandin e.
Lazim e, meriv li tiþtan li gor þertên wê demê mêze bike. Di nav rûpelên þerefnamê de dibe ku tiþtên ku li xweþa me neçin, yan li gor þert û þertên zemanê me nerast hebin. Lê ev tiþt, qîmeta þerefnamê kêm nakin. Divê dîsa em li þerefnamê xwedî derkevin û wê biparêzin. Pisporên ku dikarin bila lêkolînan li ser þerefnamê bikin û hinek dîtinên nuh derxînin holê û em jî jê îstîfade bikin. 
Di vê nivîsa xwe de min bi kurtî mijarên umûmî ku di derheqê kurdan de ne ji rûpelên Þerefnamê yên pêþî derxist û vergerand kurdî. Ez hêvîdar im ku wê faydê bide xwendevanan. 
 
DÎROKA ÞEREFNAMÊ(*) 
Þerefname, ji aliyê hukumdarê Bedlîsê Mîr Þeref Xan Beg ve, di sala 1597an de di dewra padîþahê Osmanî Mehemedê III. de hatiye nivîsandin. þerefname herçiqas di derheqê kurdan de be û ji aliyê kurdekî ve hatibe nivisandin jî, ne bi zimanê kurdî ye. Bi zimanê farisî hatiye nivîsandin. Di sala 1860î de bi rûsî, di sala 1868an de bi fransizî, di sala 1948an de jî bi zimanê erebî çap bûye. 
Di sala 1971an de nivîskarê kurd Mehmed Emîn Bozarslan Þerefname ji zimanê erebî wergerande zimanê tirkî û çap kir. Ev tiþt di wan þertan de xebateke hêja bû. Nivîskarê hêja kurdê Îanê Hejar jî Þerefname wergerande zimanê kurdî, þîweya soranî. Ev xebata wî di sala 1973an de li Necefê, di sala 1981î de jî li Tehranê çap bû. 

Di çarsedsaliya nivîsandina þerefnamê de, yanê di sala 1997an de li Swêdê bi zimanê kurdî zaravê kurmancî jî Þerefname hate weþandin. Di eynî salê de li Stenbolê weþanxana Dengê bi zimanê tirkî Þerefname ya ku M. Emîn Bozarslan amade kiribû çap kir.

 

ARMANCA NIVÎSANDINA þEREFNAMÊ Û BÊJEYA KURD

Mîr þeref Xan armanca nivîsandina þerefnamê wiha îfade dike:
“Armanca min, ez dixwazim xeþxatiratên xanedanê  kurdan yên ku di jiyana gelemperî ya Kurdistanê de bi rolek çalak cih digrin, di bin perdê de girtî û veþartî nemînin.” 
Li gor Mîr þeref Xan di derheqê peyva kurd de jî wiha dibêje: “Li gor ku tê famkirin navê “kurd” wesf û leqabek e. Ji ber cesareta kurdan, li wan hatiye danîn.” 
Di þerefnamê de di derheqê bingeh û koka kurdan de jî, Mîr þeref Xan xusûsen behsa van teoriyan dike:
a- Li gor rîwayetekê, ev nava li kesên ku ji zilma Dehhaq reviyane û bi hev re zewicîne û li duv vê zewacê nesla ku ji wan zêde bûye navê “kurd” li wan hatiye danîn.
b- Li gor rîwayetek din, sebeba bi navkirina kurdan bi vî navî, ji ber pircesaretbûn û þervaniya wan e. Mîr þeref Xan jî vê dîtinê dipejirîne. XUSUSIYETÊN KURDAN
Civata kurdan bi cesaret, û bi merdî û comerdiya xwe tê naskirin. Wekî din, di afirandina xwe de xwedîþeref in. Di van xususîyetên xwe de ewqas zêde diçin ku, rêbirî û xesbkirinê tercîhê dizî û îxanetê dikin. 
Ewana adeta ji bo ku li gor gotina; “kesê ku encamê bifikire nabe xwediyê cesaretê” hereket dikin, bi dil û can xeyretê dikin; hetta carina encama karan bi piranî nafikirin. Ji bo vêya ji karê dunyayê yên umumî, û ji meselên muhîm dur dimînin. Hetta pir caran tu ehemiyetê nadin van îþanan. 
Mîr þeref Xan di duv van gotinan de vê jî dibêje:
“Kurd guh nadin hev; di navbera wan de yekîtî û hevkarî tuneye” Xoce Sadeddîn di dîroka xwe ya tirkî de îþaretê vê rewþa kurdan dike û di derheqê wesf û fitrata kurdan de wiha dibêje: “Kurd her yek, li þaxê çiyan û li kurahiya nav deþtan jiyanek azade tercîh dikin. Bê kelîma þehadetê ku baweriya Xwedê îfade dike, tu kabikek tuneye ku wan bi hev ve girê bide.” 
Ji ber ku niha di nav kurdan de serok û rêberekî xwedî tesîr tuneye, piraniya wan xwînê dirjînin û ji rê derdikevin. Gelê kurd bi sebeba tiþtekî piçûk jî serî hil didin, ji ber xetayên piçûk xetayên gelek mezin dikin. Ji ber qetlê diyetan ji hev dixwazin. Ev diyet yan keçik e, yan hesp e, yan jî çend kar in. Diyetê ji bo tiþtên piçûk wek dest, ling, diran nagirin. Li gor suneta Hz. Muhemmed bi çar jinên azad re zewicandinê mubah dibînin. Qeweta wan qîm bike bi çar cariyen re dizewicin. Ji bo vêya bi îzna Xwedê di zemanekî kurt de nesla wan pir zêde dibe. Heger di nav xwe de ji xwe re kuþtin nekirana adet, wê nesla wan zêdetir bibana. 
Piraniya kurdan, kesên basît bin jî li hember dê û bavê xwe gelekî bi hurmet û hurmetkar in û li gor þert û emrên îslamê hereket dikin. Di vê behsê de xwedî baweriyek tam in. Ji bo hurmet û îteata welînîmetê, xwe, canê xwe û hebunên xwe yên biqîmet jî feda dikin. 
DI NAV KURDAN DE BÎR Û BAWERΠ
Piraniya gelê kurdan bi dînê îslamê ve girêdayiye, sûnnî û mensûbê mezheba ‹mam-› þafiî (x.j.r- Xweda jê razî be) ne. Li gor þerîeta îslamê hereket dikin. Ezm û xeyretek wan ya bi zexm di peyçûna eþrefê mexluqan Hz. Muhemmed (s.x. l- Silava Xweda li ser be) û xelîfeyên wî yên mezin de heye. Ji bo vê hûn mêze dikin ew guh didin peyvên alimên îslamê yên ku nimêjê, hecê, zikatê û rojiyê rayê wan didin. Lewra di kirina van þertan de girêdayiyek wan î zexm heye. Tenê hinek eþîrên kurdan wek Tasnî, Xaldî, Besyanî, Boht, qismek Mahmûdî, Dinbilî yên ku ji derdora Misûl û þamê digerin ne wiha nin. Lewra evana mensûbên dînê Yezîdîtiyê ne û îdîa dikin ku ew mirîdê þêx Adiy bîn Musafir ku girêdayiyê xelîfên Mervaniya (Emevî) ne. Bi kurtî li gor bîr û baweriya wan ya lihevanîne, þêx Adiy bîn Musafir yê ku li aliyê Misûlê li ser çiyayê Laleþ definkiriye, nimêjkirin û rojîgirtina wan girtiye stûyê xwe û ewan ji webalek mezin xelas kiriye. Ji bo terkkirina nimêj û rojiyê ewê tu hesab û gunehên wan nebin û biçin cinnetê. Bi aþîkarî li hember alimên zahirî û alimên îslamê dijminehiya wan heye. 
DI NAV KURDAN DE ÎLIM
Li Kurdistanê, xusûsen li Îmadiyê ku merkeza ilmên eqlî û zanistî ye û cihê destpêka îlmên edebî û þer‘î ye, gelek alim, zanayên mezin û þexsiyetên xwedî fezl hene. þewqeke mezin ya kurdan ji bo hînbûna îlmên eqlî, zêdekirina îlmên neqlî, û xususen li ser hedîs, fiqih, sarf, nahîw, kelam, mentiq û edebiyatê heye. Di nav xwe de bi þewk û îþtiyaq lêkolînan li ser kitêbên ku di îlmên îslamî de bi kar tên dikin û bêdawî xwe dispêrin van kitêban. Di vê rêyê de li ser qismek ji van îlman berhemên wanên pi bi qîmet û rûmet hene; lêbelê ev berhemên wan negihîþtine þoretek mezin.
TASNÎFA EþÎR Û CIVATAN
Civat û eþîrên kurdan ji aliyê  ziman, edet û waziyeta komelayetî ve ji hev bi çar beþên mezin vediqete
Beja yekem:  Kurmanc   
Beja duyem:  Lor
Beja sêyem:  Kelhor
Beja Çarem:  Goran 
ÎKLÎM Û SÎNORÊ WELATÊ KURDAN
Welatê kurdan bi piranî dikeve nav avûhewa sêyem û çarem; lakîn bajarên ku li serê welat dikevin ji avûhêwa pêncem tên hesibandin. 
Sînorê memleketê kurdan, ji behra qeraxê Hurmuz dest pê dike, li ser xetek rast heta Meletî û ji wê þûnve heta dawiya bajarê Meraþê dirêj dibe. Bi vî awayî bakurê vê xetê Fars, Iraqa ecem, Azerbeycan, Ermenîstana piçûk û Ermenîstana mezin teþkîl dike. Iraqa ereb, Misûl, û Diyarbekir jî li baþûrê vê xetê dikeve. Lêbelê, ji nesla van însanana gelek xelk û qebîle ji rojhilat heta rojava li pir dewletan belav bûne. 
DI þEREFNAMÊ DE EFSANA KAWA Û DEHHAQ
Yê kû rîwayet dikin dibêjin: Di derheqê bingeh û eslê kurdan de gotinên û cûr be cûr û rîwayet hene. Ji van rîwayetan yek ev e ku hinek kes vê rîwayetê pêþber dikin:
Dehhaq hukumdarekî zalim û hov e. Rojekê Xwedê nexweþiyekê didiyê û Dehhaq bi vê nexweþiyê gelek elemdar dibe.
Xwedê nexweþiyek wek serê du ejderhan û maran musalatê wî kiribû ku evana ji kulên nexweþiya wî derdikeve. Dehhaq jî ji vêya gelekî dêþiya û ezab dikþand. Tabîbên derdora wî teþhîsa nexweþiya wî bi qanserê nav kiribûn. Tebîbên pispor jî çi kirin derman ji derdê Dehhaq re nedîtin û hemû xeyreta wan ya di vê rê de tu feyde neda. Nîhayet rojekê þeytanê mel‘ûn ji bo muayenê di þiklê tebîbekî de ji bo çareserkirina nexweþiya wî derket pêþya Dehhaq. Ev tabîb, yanê þeytan çawa Dehhaq dibîne dibêje, “çara derdê te lazim e tu mêjiyê însanên piçûk bigrî û deynî ser kulên xwe.” Çi mixabin karbidetên Dehhaq jî li gor vê rêya, ku þeytan da ber wan hereket kirin. Lêbelê tawsiya tabîb di cih de bû û êþa kulên Dehhaq sekinî. Herçiqas mêjuyê însana didanîn ser kula Dehhaq xwe rehet hîs dikir.
Li ser vêya karbidestên ku bi vî karî re meþxul in qerar dan ku wê herroj mêjiyê du însanan bikujin û mêjiyên wan bînin bidin ser kulên Dehhaq. Ji wê þûnve her roj du heb însan ji bo rehetbuyina Dehhaq tên kuþtin. Rojek tê mirovê ku van însanên bê guneh her roj dikuje tehamul nake, merhamet lê radibe her roj yekî dikuje yê din serbest berdide. Ji dêlva yê serbest berdide hiþê berxekî û yê tê kuþtinê tevlihev dike, dibe dide ser kulên Dehhaq. Ev însanê ji kuþtinê difilite, direve diçe dervî bajêr ji xwe re dijî û ev hedîsa her roj dewam dike. Çiqas diçe kesên ji kuþtinê difilitin zêde dibin. Rojek tê ev kes bi hev re dizewicin zaru zêçên wan zêde dibin, di nav xwe de yekîtiyekê çêdikin.
Di þerefnamê de ev destana bi vî þeklî diqede. 
Lêbelê di hinek rîwayetan de ev destan dewama wê jî heye.  
Di wan rîwayetan de dewama vê destanê wiha ye:
Ev kesên li ser çiya di nav xwe de yekîtiyekê çêdikin di bin serokatiya Kawayê hesinker de êrîþê ser Qesra Dehhaq dikin û Dehhaq dikujin. Ji wê rojê þûnve hem zilma Dehhaq diqede. Her roj ji bo Dehhaq kuþtina mirovan jî namîne û dibe roja þahiyê. Ev wext destpêka cejna Newrozê ye jî.
 
*Di amadekirina vî beþê vê nivîsê de, ji 14an heta 24an rûpelên þerefnamê hatiye istifadekirin. Ev þerefname M. E. Bozarslan amade kiriye, Deng Yay›nlar› jî di Sibat 1998an de çap kiriye. 
 


Dîrok Nivîsîn û Dîroknas Kî ye?

FERÎD ÎZOL

 

Pîvanên mirovahiyê her ku diçe, bi þaþiyan, bi çewtiyan ve dimeþe û tengasiyên cûrbecûr ve tê dagirtin û tijekirinê.

Kêmasiyên dîrokê jî ew e ku, dîrok ji aliyên kesên ku mercên

mirovahiyê û zanyariyê nade ber çavên xwe, li gorî hinek

dewletan yan jî li gorî berjewendiyên kesayetiya xwe wê dîrokê dinivîse... Mixabin îro cîhan ku bi gelek pirsgirêkan, di hemû waran de, dijî mirovahiyê ev rewþa tê bikaranîn. Pirr tiþtên ku îro ji aliyê dewletan ve tên veþartên di demek nêzîka gelên cîhanê de bi awayekî zahf baþ tê dîtin. Belê, dawiya tiþtên veþartî jî, ewê rojekê derkevin meydanê. Çavdêriyê mirovahiyê di warên dîrokê de jî gellekî pêþ de çûye.

Di rûpelên dîrokê de pir caran hinek kesan mirov dinase

û huqas pesn, bi fortan ve pêþkêþî mirovan dikin. Lêbelê, mirov dema çavdêriyek bi însaf û ahlaq diponije û dinirxîne, bi rastî ew kirinên ne baþ derdikevin holê.

Di dîroka gelan de zahf tiþtên çê û xirab hene. Pêwîst e ku dîroknas bêhêl be. Eger ewê dîroknasiya ji bo berjewendiyên xwe, an jî ji bo berjewendiyên dewletan bikin, wê demê wateya dîroknasiyê namîne. Mirovên dîroknas pêwîst e ku wateya dîrokê bizanin. Divê dîroknas ji bo dîrokeke zanyarî bixebite, mercên dîrokê rind û baþ binirxîne û divê dîrok bi rastî bête nivîsandinê.

Dema mirov li berjewendiyên kesan û berjewendiyên dewletan dinêre, mixabin ev rewþa gelekî ji rastiyên dîrokê

dûr ketiye. Çima dîroknas û çima dîrok nivîsînþ Bi gelemperî bi xêra dîrokê em jiyana gelan, jiyana dewletan, li ser jiyan derbasbûyî tiþtên giring û mijaran hîn dibin. Di jiyana gelan de ciyê dîrokê zahf giring e. Mirovên zanyar mercên rastî didin ber çavên xwe û ji rastiyê tu caran dûr nakevin û bi pîvanên ahlaqî dixebitin. Mirovê dîroknas ji rastiyê dûr bikeve û hinek kirinên nebaþ bide ber çavên xwe û bi vî awayî dîrokê binivîsîne û pêþkêþî mirovan bike, ev çiqas dîrok e û dîroknasî ye. Mirovê zanyar pêwîst e van mercana binirxîne. Heta ku dîrok bi awayekî zanyarî li ser neyê xebitandin, bi rastî divê li ser wateya dîrokê û dîroknivîsînê jî bi awayekî zanyarî bête rawestandin.

Mirov ji dîrok nivîsîna ku paþ deriyan de hatiye nivîsandinê gelek caran xemgîn dibe. Bi awayekî fermî li vî welatî dîrok tête nivîsîn.

Rewþa dîroka me ya tarî hîna jî balkêþ û giring e. Bêguman her tiþtê ku îro ji dîrokê re bûye mal û ew dîroka ku bê nivîsîn gelek caran jî zanyarên alîkar jî hene.

Di çarçiva teng de mirov nikare biponije. Dema mirov dixwaze li ser dîroka gelan hinek kirinên qilêrî û gemarî derxîne holê, ji bo rabûna van kirinên qilêr û gemarî giringbûna dîrokê derdikeve holê. Ji ber ku pir caran dîrok bi çewtiyan hatiye dagirtinê.

Ji vê nirxandinê jî wek tê zanîn, pêwîst e dîroknas mirovekî bêhêl be. Divê mercên zanyariyê û yê mirovahiyê bîne ber çavên xwe û rasterast biponije. Pêwîst e di hemû hêlan de di bin bandûra kesan de nemîne. Dîroknas ew e ku, dîrokê bibîne, dewletan kesan ji bo dîroknas ne giring e.

Bi rastî ew kesê ku dîrok nivîsîye pir giring e. Dîroknas di her hêlê de ji mercên ku dane ber cavên xwe divê tawîz nede. Di warê zanyariyê de mirovên zanyar di dîtin û ramanên xwe de pêwîst nîn e ku tawîzkar be. Wexta ku tawîz bide, bêguman mercên dîroknasiyê dane bin lingên xwe, ji dîrok nivîsînê re îxanetê dike, þaþiyên dîrokê dike. Mirovên zanyar xwefiroþ nîn e. Ew mirovên ku ji zanyariyê re xizmet dikin bêguman di her warî de, ji bo gelan, ji bo mirovahiyê dixebitin. Rêya dîroknivîsînê jî pêwîst e ku wisa be. Îro bi gelemperî hinek dîroknasên ku dîrokê dinivîsînin, pir caran ji rastiyê dûr ketine. Dema ji rastiyê bê dûr ketin bêguman wateya dîroknivîsînê jî tuneye. Eger bi navê dîrokê hinek çewtî bêne kirin, ev sûcê dîrokê nîn e. Ew sûcdar dîroknas bi xwe ye. Heta ku em ji mercên mirovahiyê re amade nebin, ji vî karî re kiyê amade beþ

Bi teybetî di warê dîroka zanyarî de, mirov dikare gelek pîvanan bîne ber çavên xwe. Dîroknas pêwîst e li ser bûyerên têne kirinê  lêkolînan bike. Kîjan bûyera rast e, kîjan çewt e. Mixabin rewþa gelê me û dîroka gelê me bi awayekî digel hev hatiye veþartin. Îro di warê dîroka gelê me de, tu nivîsk di destê me de tunene. Hemû nivîskên me îro di arþîvê xelkê de ne. Ev arþîvana ji me re qedexe ne. Ji ber vê dîroknivîsîn zor û zahmet e. Di rewþa gelan de giringbûna dîrokê derdikeve meydanê.

Çavkaniyên dîroknasiyê gelek dewlemend in. Ji bo mirovahiyê bikaranîna van çavkaniyana û sedemên çewt ji holê rakirin armancên zanyariyê ne. Divê armancên zanyarî jî rind bêne zanîn. Eger li cîhanê zanyarî di hemû hêlan de, bêhêl be, bi gelemperî tu gel bindest û xulam nabin. Hîna giringbûna dîrokê li holê ye. Tu caran ne hewce ye ku mirovê zanyar li gorî berjewendiyên kesan, dewletan biponije û ji rastiyê dûr keve. Mirovê zanyar, dîroknas divê li bûyerên ku li cîhanê dibin bi awayekî zanyarî û dîroknasî, bi çavekî bêhêl lê binêre van bûyerana ji dîrokê re bike mal. Gelek bûyerên ku li cîhanê têne veþartin, li gorî kirinên zaliman veþartî dimînin. Li ser gelên bindest zilm û zor tête kirin û bi awayekî bêînsafî ev bûyerana têne veþartin. Pêwîst e ku dîroknas van rûreþî û kirinên nebaþ hîna baþtir û xweþtir bizane û li ser lêkolînan bikin.

Wexta hinek rêbazên dîroknivîsîn û dîroknasiyê mirov

dide pêþ xwe, bi rastî mercên zahmetiyê têne pêþ mirov û wek tê zanîn ku pir tiþtên fermî ji rastiyê dûr in. Di çarçîveke

bi însaf de, dema mirovê dîroknas diponije, dixwaze li ser rastiyê raweste, bi armancên dîroknasiyê berpirsyariya xwe bi cih bîne, di her warî de bi awayekî zanyarî erkên xwe yê dîroknasiyê bi wateya dîrokê bide zanîn. Pir caran kesên ku dîrokê dinivîsînin, li gorî mercên fermî jê çi daxwaz dibe wêya dinivîsînin. Belê, dîrok li gorî mercên fermî nayê nivîsîn. Ji bo vê yekê dîroknas berpirsyar e.

Divê em dîrokê baþ bizanin. Eger di vî warî de em zana bin, têgeyên dîrokê bi awayekî baþ þîrove bikin, emê balê bikþînin ser zanyariyê. Belê, kîjan zanyarî li pêþ me ye. Hemû bûyerên ku ji dîrokê re bûne mal, giringbûna bûyeran û di hemû mercan de diroknasiyê divê mirov bigre ber çavan. Lê, dîroknasên fermî pir caran bûyerên rast vediþêrin û ji çewtiyên dîrokê re bingehan ava dikin.

Pir gelên cîhanê bi dîroka xwe fexir dikin. Lewra, ev gelana xwedî dewlet in. Mixabin gelên bêdewlet jî di bindestiyê de, di bin zilm û zorê de jiyana xwe didomînin. Dîroknas pêwîst e ku berpirsyariya xwe bîne cih û di bin vî barê giran de wezîfedariya xwe ya dîrokî û zanyarî bi awayekî vekirî û eþkere ji dîrokê re bike mal. Pîvanên dîrokê ew e ku hîmên xwe ji rastiyê bigre. Belê, dîroknas pêwîst e ku ji mirovahiyê re xizmet bike.

Eger dîroknas ji mercên mirovahiyê re xizmet neke û wê demê ew kesê ku dîrokê dinivîse berpirsiyariya xwe ya

zanyarî nayine cih. Wek tê zanîn, meydana dîrokê gelekî fereh e. Di her warî de li hember vê ferehbûna dîrokê, bi asteng û keleman ev meydana qedexe jî kirine. Heta dawiyê li hember qedexekirinê jî berxwedan pêwîst e.

 


Ji bo dîrok dîsa dubare nebe

M. RAUF ÇÎÇEK

 

Gotinên pêþiyan de heye (ku di encama ceribandinan de hatine gotin): “Dîrok ji dubarebûnê pêk tê.” “Borî neynika paþerojê ye.”

Li ser van gotinên pêþiyan, nêrînên Bedîuzzeman Seîdê Kurdî ku nêzîkî sed sal berê di Munazarata[1][1] xwe de aniye ziman û rewþa îro didim ber çav tu cudatiyek nabînim.

Her çiqas gotinên Bedîuzzeman ên sedsal berê bin jî, ji ber derd û êþ û kul yek in mirov dibêje qey gotinên îro ne.

Ji Bedîuzzeman dipirsin:

“Ên ramanan tevlîhev dikin, azadiyê û meþrûtiyetê[2][2] pesend (teqdîr) nakin kî neþ”

Bersiv: “Saziyek di bin serokatiya nezanî axa, rik efendî, xerez beg, tolhildan paþa, peyrewî hezret û geveze û musyo de ku ji însanan pêk tê û çavkaniya dilþadiya me meþrûtiyetê diêþîne.”

“Ji mirovan yên endamên wê ne kesên ku; dîrhemek berjewendiya xwe fîdayê hezaran berjewendiyên gel nakin, hem jî berjewendiyên xwe di xesara gel de dibînin, hem jî wateyên bêpîvandin û bêhelsengandin didin, hem jî hê meyla tolhildan û xereza xwa þexsî ya xwe fîda nakin, radibin bi quretî doza giyanfîdakirina gel dikin, hem jî... û hem jî...”

Belê van gotinên me li jor rêz kirin, ne gotinên van rojan in. Gotinên sedsalî ne. Mixabin ji ber derd yek derd e, êþ yek êþ e, kul yek kul e, hêvî yek hêvî ye, ew gotin hê jî di rojevê de ne.

Kesên ku naxwazin kurd jî wek mirovan bijîn, ew jî wek gelên din xwedî maf û dad bin, ew jî bi zimanê xwe bixwînin, binivîsin û pê amojkariyê bikin, bi nasnama xwe werin naskirin, hê jî di nav me de hene.

Çima naxwazinþ

Lewra nezan in, cahil in.

Lewra bi xereza nava xwe nikarin.

Lewra berjewendiyên wan wê kêm bibin. Gel hiþyar bibe wê bibe pardarê wan.

Lewra ew tenê zanin rêvebiriyê!

Lewra asoyên ramanên wan kurt in, teng in. Ew di þexsên xwe de difikirin hê nebûne netewe.

Lewra bêxîret in, pozê wan naþewite. Ji bo menfeet û rehetiya wan xera nebe, kumê rezîltiyê kiþandine serê xwe.

Lewra wê meqam û rutbên wan ji hêla desthilatdaran were girtin.

Lewra bihayê azadî û mirovatiyê ne erzan e.

Dîrok þahid e ku tim neheqî û heqî di ber hev de bûne. Evîn û dijminetî, baþî û nebaþî, mezlûm û zalim hwd. jî tim di ber hev de bûne. Lê ên wek Bekoyê Awan tim li hêla neheqî, zilm û nebaþiyê cih girtine. Her çiqas tu car bi ser neketibin jî.

Ên li hêla neheqiyê cih girtine, herdem bi nefret, bi lanet hatine bîranîn. Hem li vê dunyê rezîl bûne û hem jî li wê dunyê agirê dojehê li hêviya wan e.

Mixabin mirov hê jî ji wan dîmenê dîrokê ders nagirin û di xeletiyên xwe de israr dikin û dimeþin.

Di jiyana netewan de û di jiyana mirovan de hinek firsend hene carekê dikevin destên mirov û hinek jî hene dubare dibin. Mirov û netewe bi wan fersenda tên azmûnkirin (îmtîhan)

Kes û neteweyên wan firsendan baþ bi kar anîbe bi ser ketiye.

Em di vê çarçovê de li dîroka kurdan binêrin, emê gelek dersan jê fêr bibin. Bûyerên borî wê pêþiya me rohnî bikin. Lewra me di serî de jî gotibû; “Borî neynika paþerojê ye.”

Ji ber ku em dîrokê û bi taybetî dîroka xwe nizanin, an jî li ser nafikirin, an jê ders nagirin, bûyerên ku sed sal, heftê sal, sîh sal berê li me dubare dibin, em tim bi bin dikevin.

Neslên borî ji ber wan fersendên ku ketine destên wan baþ bi kar neanîne, di îmtîhana xwe de winda kirine û bi ser neketine. Ên ku hiþyar û hayda bûne jî, ji ber ku hindik bûne, tenê bi þerefa xwe derbasî dîrokê bûne. Vê tenê, wan xelas kiriye lê gel dîsa xelas nebûye.

Îro jî nifþa îroyên (hemdem) di azmûnek de derbas dibin. Ev îmtîhan her roj, her saet ji me bersivek dixwaze.

Dîsa du enî, du rê û du encam hene: Eniya heq û neheqiyê, eniya piþtgiriya mezlûm û zaliman, eniya baþî û nebaþiyê, eniya aþitî û þer, û serkeftin an binketinê.

Ev azmûn ne saetek ne rojek ne jî salek e. Dawî û encama vê pêvajoyê, wê piþtgiriyên herdu aliyan karibin eþkere bikin.

Dibe em negihîjin dawiya vê pêvajoyê. Lê misoger ewê nifþên me yên nû, wê bibînin. Em jî li wê dunyayê li gor livandinên xwe bi cih bibin.

Hezaran aferîn ji wî kesî re ku nesla nû jê xweþ biaxife û di dunya din de cihê wî bihiþta rengîn be.


Têkoþîna Baþûr

MEMÊ ALAN

 

Di sala 1930an de dugela Iraqê û Brîtanyayê di nav xwe de peymanekê saz dikin û li hev tên. Digel vê peymanê, Iraq ji bin bandûr û dagirkeriya Brîtanyayê rizgar dibe û dighêje  serxwebûna xwe. Di vê hengama lihevhatinê de, qorek  kedkar û welatparêzên kurd, li bajarê Silêmaniyê dest bi serhildanê dikin. fiêx Mehmûd jî, ji Îranê tê û ji vê serhildanê re serokatiyê dike. fiêx, herçiqas li dijberê dagirkeriya Brîtanyayê û hevkarên wê dîrokek qehremanî û gernasiyê dinivîsîne jî, lê mixabin ev serhildan têk diçe. Li pey vê têkçûnê, fiêx Ehmed þopa fiêx Mehmûd dimeþîne; îcar ew dest bi têkoþînê dike. Bi qasê sê salan di bin serokatiya wî de li hember dagirkeriya Brîtanyayê þer tê domandin. Di hundirê vî þerê sê salîn de birayê fiêx Ehmed, Mele Mustefa Berzanî digihe û dipije. Rojbiroj di nêv tevgerên çekdarî û çalakiyan de tîj dibe. Lêbelê, tevgera fiêx Ehmed jî bi ser nakeve, ew jî têk diçe. Malbata fiêx, ji neçariyê koçber dibe. Bi qasî deh salan di koçberiyê de dimînin. Lê di vê pêvajoyê de Mele Mustefa ji koçberiyê vediqete û dizivire herêma Berzanê. Dîsa, digel þervanên xwe, dest bi þer û serhildanê dike. Dagirkerên Brîtanî û artêþa Iraq, bi ser Mele Mistefa de êrîþên gelek dijwar pêk tînin. Mele Mistefa û sê hezar çekdarên xwe digel pazdeh hezar layendarên xwe derbasê nav sînorên Îranê dibin. Wê demê li Kurdistana Îranê Komara Mehabadê tê damezrandin. Mela di Komarê de peywir û berpirsiyariya serokgiþtî ya leþkerî (General) hildigre. Lê mixabin, ev Komar jî temenkurt dibe; ango ji hêla dugela Îranê ve digel arîkariya Rûs tête hilweþandin. Ser vê bûyerê re, Mela Mistefa diçe Yekîtiya Komara Sovyetî ya Sosyalîst. Ango, xwe dispêre dijminê kurdan û li wir bi qasî 12 salan penaber dimîne.

1958an de li Iraqê desthilatiya Faysal -ku xulamê Îngîlîz bû- hildiweþe. fiûna wî Ebdulkerîm Qasim têt ser desthilatiya Iraqê. Ebdulkerîm diyar dike ku, ji kurdan re êdî otonomî û di mafan de wekhevîtî daye naskirin. Ser vê daxûyaniyê, Mela dîsa vedigere Kurdistanê. Lêbelê Qasim jî bêbext derdikeve; ew jî li ser soza xwe namîne, daxwaziyên PDKê paþrû dike. Li hember vê xiyanetê, þerê pêþmerge û yê fermandariya Iraqê bi hawakî dijwartir dest pê dike. Di meha Çiriya Paþin (Sermawêz) a sala 1963an de bi þoreþeke arteþî fermandariya Iraqê dikeve nav lepên Abdusselam Arif –ku ev zilam bi Nasircîtiya xwe dihat naskirin– Digel piþtevaniya Rûsyayê ew jî êrîþên dijwar bi ser kurdan de dibe. Artêþa Iraqê rastê berxwedanek xurt û tund ya pêþmergan têt. Ji êrîþên diwar yên pêþmergan gelek ziyan dibîne. Abdusselam Arif, ji naçarmayinê, di sala 1964an de biryara agirbestiyê distîne. Di ber vê biryargirtina agirbestiyê de, serokê Rûsî Nîkîta Kruþçev jî Abdusselam dipesinîne. Lê di nav PDKê de yên vê biryarê naecibînin û rexneyên tûj lê dikin, ji partiyê vediqetin. Sedemê veqetanê herçiqas biryara agirbesityê jî xuya be, ya rastî êlperestî û îdeolojîk bû. Goya, li ser navê çepgiriyê redkirina desthilatiya êla Berzaniyan dimeþandin. Lêbelê, ev çepgîriya wan pir nekiþand. Pêþiyê xwe sipartin fiahê Îranê, dûv re jî xwe avêtin hembêza Iraqê. Heta bi desthilatiya Iraqê re þolyekerî kirin. Digel leþkerên Iraqê re carnan êrîþ didan ser pêþmergên PDKê Îranê. Lepên xwe dixistin xwîna birakên xwe.

Aþtiya pêþmerge û fermandariya Iraqê pir nedomî. Dîsa destûrdarên Iraqê soz û bextên xwe avêtin ser çiyan. Dest avêtin çekên giran. Pêþmergan serî netewandin; bi þerekî rûmetkar gernasiya xwe carek din raber kirin. fier, heta sala 1970î berdewam kir. Di vê pêvajoyê de jî artêþa Iraqê gelek telefat û wendahî da. Çare nedîtin, di 11ê Adara sala 1970yî de Seddamê xwînrij bi PDKê re li ser maseya aþtiyê rûniþt. Di vê çerçevê de otonomiya kurdan hat nasandin. Ev aþîtî, ji 13 mijaran pêk dihat. Di nav van sêzdeh mijaran de digel otonomiyê, çand û zimanê kurdî jî bi þêweyek fermî hatibû pejirandin. Ji hêla konseya îcrayê ve sînorên herêma otonom hate xêzkirin. Li bajarê Silêmaniyê Zanîngeha Kurdî ava bû. Ev rewþ, hetanî Peymana Cezayirê (1974) berdewam kir. Piþtî vê peymanê –ku ev peyman bi navçêtiya serokê Cezayirê Bumedya pêk hatibû– Îranê desteka xwe ya lojîstîkî ji ser kurdan vekiþand. Kurd, dîsa xapiyan û ketin kemîna ereb û eceman. Dugela Iraq û Îranê li hemberî kurdan tevgerên xwe yek kirin û bi hev re êrîþ dane ser kurdan. Li pêþ vê êrîþa hovane, hêza pêþmergan têkçû. Seyda Berzanî  reviya Kurdistan Îranê. Ji vir jî, ji bo hêviyekê çû Amerîka. Ango, ji bo azadiya welatê xwe û rizgarikirina gelê xwe... Lê pir mixabin, hemû serlêdanê wî yên li cem berpirsiyarên Amerîkî pûç û vala derketin. Ji ber van perîþanbûn û belengaziyan merezdarî dibe. Herçiqas ji bo tenduristiya wî gelek bijîjk dixebitin jî, lêbelê bi tevlî evîna Kurdistanê ji mirinê nafilite.

Peymana Cezayirê çi ye (1974)

Têkoþîna netewê kurd ya Iraqê pirsgirêkek mezin bû. Di navbera PDK û rejîma BAAS de di sala 1970ê de peymanek hate sazkirin. Di vê peymanê de xoybûna (otonomî) kurdan hatibû pejirandin. Di vê hengamê de, Iraqê neftên xwe, bi awayê neteweyî îlan kir. Evê jî, dugela Iraq û Amerîkayê ji hev da xeyidandin. General Qasim ji desthilatdariya dewletê hate daxistin. Iraq, 1971î de nêzîkê Sovyeta Komelî ya Sosyalîst bû. Bi gor zagona xoybûnî, divê sînorên herêma otonomiyê û nifûsa herêmê were bicîhkirin. Heger hilbijartin pêk bihata, neftên Kerkûkê dê biketa destê PDKê. Rejîma Baas, evêya nepejirand. Ewê dixwest ku hilbijartina 1957an bingeh bête girtin. Lewra, li gor hilbijartina wê dîrokê, Kerkûk bajarê ereban dihat qebûlkirin. Sovyeta dagirker û mêtinger, nihêrî ku Kerkûk nakeve destê pêþmergan, destegîriya xwe bi paþ ve kiþand. Di 1972-1973an de di navbera Pêþmergan û dugela Iraqê de þerekî dijwar ê din jî derket. Çekdarên Berzanî hetanî navçeya Bexdayê çalakiyên xwe pêþ ve birin. Rejîma Baas, ji ber sedemên bêçaremayîna li hember van çalakiyên xurt yên pêþmergan, dîsa li bazara aþtiyê rûniþt, peymanek nuh li dar xist. Lê mixabin, kurd beþdarê vê peymanê nebûn. Seddam, li ser navê kurdan bi Dugela Îran û Amerîkî re rûniþt. Lewra, di vê demê de van herdu dugelan piþt didan Berzanî. Ev peyman, Peymana Cezayirê ye...

Ev peyman, ji þerê navbera Îran û Iraqê re jî dibe bingeh. Li gor vê peymanê bandûr û destûrdariya kendavê dikeve destê Îranê. Li hemberî vêya, ji Îranê dihate xwestin ku arîkariyê bi pêþmergan neke û deriyê tixûbên xwe li pêþ wan bigre. Bi tevlî van, divê arîkariyê bi Iraqê jî bike. Li ser vê peymanbirînê, Îran û Iraq hêzên xwe yek dikin û bi hev re êrîþ dibin ser kurdan. Seydayê Berzanî, digel hêzên xwe têk diçe û ji naçariyê penaber dibe. Piþtî vê têkçûnê pêvajoya koçberî û penaberiyê dest pê dike, ji qehr û qotikên xiyanetê, Seyda, jiyan û temenê xwe yê suriþtî tije dike û wefat dike.

Wê demê, ji ber ku biryarên di vê peymanê de têne girtin li gor berjewendiyên Îranê bûn, Amerîka jî kêfxweþ bûbû. Lewra, berjewendiyên Îran û Amerîkayê bi ser hev ve diçûn. Jixwe hefsarê fiahê Îranê di destê Amerîkayê de bû. Piþtî þoreþa Îranê ya 1979an Amerîka nihêrt ku berjewendiyên wê qut bûn, îcar bi tevlî Îranê, bû neyarê vê peymanê jî.

Piþtî mirina Mela Mistefa, fermandariya PDKê ket destê kurê wî Mesûd. Dema Mesûd bû serokê partiyê, dijberên ku ji sala 1964an ve nakokî xistibûn navbera PDKê, heryekî partî û rêxistinek serbixwe ava kirin. Celal Talebanî YNK, Dr. Mehmûd Osman PASOK û Samî Ebdurrehman jî PDGK damezirand. Sed hezar mixabin ku, ji vê hengamê þûn de dîkên Kurdistanê bêhtir bûn. Her partî û rêxistin, neyarên kurdan yên herî mezin jibîr kirin, bi canê birayên xwe ketin, serê hevûdin nukilandin û di xwîna hev de gevizîn. Piþta gelê kurd tewandin, lê piþta dijminên kurdan herî zexm û xurt kirin. Herçiqas di sala 1992an de “Bereya Demokrat ya Netewî” saz kirin jî, lêbelê ev yekîtiya ji ber xatirê Tevkujiyê Heleçeyê bû. Dema ev tevkujî jibîr kirin, þerê navxweyî dîsa dest pê kir, bere û biratî hilweþandin.

Dema berjewendiyên Amerîkaya mêtînger li ser Îranê qediyan, di Peymana Cezayirê de wendahiyên Iraqê da ber çavê Iraqê. Bi rastî, tizê Iraqê kir û rabezand ser Îranê. Armanca Amerîkayê yek jî ev bû ku rejîma Îranê bide hilweþandin. Lewra, ev rejîm dijberî mêtingeriya Amerîkayî bû. Bi her awayî ev herdu dugelana xurt dikir, li hember neftên wan, bi hezaran ton bombe û çekên giran firote wan. Her çiqas bêhtirîn ev desteka xwe bi comerdî bexþê Iraqê jî dikir, lê dîsa jî bi nepenî û veþartî difrote Îranê jî. (Herwek di skandala Îrangatê de ev eþkere bû.)

Hemû dugelên mêtinger yên neyarên Îslamê û gelê rojhilata navîn, ji bo wêrankirina van dugelan û ji bo mijandina nefta wan, bi hezaran ton çekên wêranker, çekên navokî, xerdelî, siyanor û bombeyên gazê, bi taybetî difirotin Iraqê. Di 8 salan de, 3 milyon mirovên xwe dane kuþtin; bi sed hezar milyon dolaran wendahî danîn der. Kevir li ser keviran nehiþtin. Di encamê de ev dugelên dagirker bi mutahîd û avahîsazên xwe daketin navçeyên van welatên wêranbûyî û ji bo avakirina wêraneyên wan, dîsa bi pere û neftên wan mêtiyan û hîn jî dimêjin.

Di þerê Îran û Iraqê de, jî nîvê þer þûn de Îran kete nav axên Iraqê. Kurdan, di vî þerî de destegîrî dane Îranê, ango bûn þolyekerên Îranê. Ji vê pêvajoyê þûn de, pêþmergên kurd, di dîtina hemû ereban de bûn hevkarên dijminê Iraqiyan. Dostên dijminên xwe jî dijmin pejirandin... Ya rast ev bû ku, divê kurdan di vî þerê qirêj de, layendarî ji ti hêlê re nekin. Ev, jî ji bo pêþeroja kurdan gelek giring bû. Heger nehiþtana leþkerên Îranê têkevin nav axên Kurdistanê û piþt nedana Îraniyan, helbet wê rewþa wan çêtir û baþtir bibûya. Çi maddî dibe, çi jî manewî, zêdetir windakirina kurdan, di xwesipartina neyaran de ye. Mela Mustefa, di sala 1960an de pêþveçûnek gelek mezin bi destê xwe xistibû. Lê dema piþta xwe da fiahê Îranê bi wî bawer bû, qezencên xwe yek bi yek wenda kir.

Bi kurtî, tevlî nebûna siyaseta kurdan, serokên kurdan ji tarîxê jî tu car dersê nastînin. Bi vî awayî, hem xwe hem jî gelên xwe ji neyaran re herdem dikin leyîstok, an jî dikin qurban...

Belê divê mirov têkilî û xwespartinê ji hev cuda bigre. Pîþeya konevaniya þoreþgerî eviya ye:

1–Digel dostan, divê têkiliyên dostanî werin geþkirin.

2–Divê ewlewiya hevbend yên dudilî û erênatan werin qezenckirin.

3–Divê bêterefiya neterefan jî, di leh û hêla xwe de xira bikin.

4–Divê li rêka bêterefhiþtina qorekî dijminan jî were lêgerîn.

5–Hem divê, bi dostan re danûsitandinên mirovane û bi dijminan re muameleyên aþtîkarane werin pêkanîn.

Belê, di destpêka þer de, divê mirov dost û dijminên xwe jihev xweþ cuda bike. Pêwîst e ku stratejî, herwek teqtîkê neyête derdestkirin. Ya rast, teqtîk parçeyek ji stratejiyê ye û divê ji startejiyê re xizmetê bike.

Belê, gelê kurd, hertim bûye qurbana sofîtî û safîtiya xwe. Pêwîst û giringiyek mezin e ku, gelê kurd bê siyaset û bê zanîna dîrokê tu car nalive. Lewra, diyar e ku gelê kurd, qezencên ku di meydana þer de bi dest xwe xistinin, di qada siyasetê de evanan bi tev de wenda kirine.


Di Dîroka Kurdan de Bajarê Bedlîsê

ÞAKIR EPÖZDEMÝR             

 

Di dîroka me de, bajar, bajarvanî û hukumdariya Bedlîsê pir balkêþ û giring e. Bajarê Bedlîsê bajarek kevnar û qedîm e. Mîrata Hurrî, Xahldî (Urarto) û Mîtaniyan e û bajarek ji wan bajaran e ku bi destê van dewlet û medeniyetan hatiye avakirin. Bedlîs deriyê navbera Kurdistana jorîn û jêrîn e. Mezopotamya jêrîn û welatê jorîn Bedlîs û Geliyê Bedlîsê girê dide û digihêjîne hev. Ne dûr e ku Xalidiyan vî bajarê stratejîk ava kiribin û bo parastina xwe kiribin bend û çeper.  Ji ber vê yekê; Kela Bedlîsê û avakirina bajarê Bedlîsê nemaye lêviya Îskenderê Zulqarneyn û Makedonan. Herkesek dizane ku piyê Îskenderê Mezin bi Bedlîsê neketiye û ew efsana ku ji bo Îskenderê Makedon tê gotin ji xwe ve hatiye çêkirin.[3][1] Ji ber ku Îskender qiralekî cîhangîr û bi nav û deng e; hemî tiþtên giring ên ku eqlê kesî negihatiyê, bi wî ve têdanîn û zeliqandin. Dîrok, wek tavê ye ku bi heriyê nayê seyandin û nayê veþartin. Ku Hurrî, Xahldî û Med bab û bapîrên kurdan bin; bajar û kelat û medeniyetên li ser vê coxrafyayê jî yên wan in. Lê ku ev xelet be, û wekî ku gotina fermî ya komara demoqratîk em tune bin û “Qart–Qurt” bin, wê gavê kî çi bibêje bila bi qîma xwe bêje, wê li bejna “delalo” bê.

Bi saya serê fierefxan, vî bajarî bi hindikayî 1200 sal in ku em nas dikin. Dewlet li serê himet û bereketa Îslamiyetê ku vî bajarî ji binê hukmê Rom û Sasaniyan rizgar kirin. Ji wê demê û vir de em dikarin qala Bedlîsê, kurdan û bajarên kurdan bikin. Dîsa di saya mêrxasî, cengawerî û aqilmendiya 24 eþîrên Roþkan em ji qernê 9an û pê de dibînin ku qiraliyetek, hukûmetek, an jî fermandariyeke kurdan hatiye avakirin û vî bajarî payitextî û xwedîtî li vî welatî kiriye, heya sala 1850an.

fierefxanê gorbehiþt dibêje:[4][2] “Ji îro wê de (1597) eva 760 sal in ku hukmê vî bajarî û dorberê wê bi serfirazî û serbixweyî di destê malbata min (ya ku digihêje Kîsra û Noþîrewanê Adil –fi. Epö.) de ye û ji vî 760 salî 110 sal ev bajar ketiye destê dagirkeran.”

Ku em ji sala 1597an berjêr herin û 760 sal jê bixin, em digihêjin 847ê Mîladî. Lê ev bajar û statû ne bi destê vê malbatê hatiye danîn. Ev hukumdarî bi destê federasyona 24 eþîrên Roþkan hatiye avakirin. Qralê wan bê dundar (wêris) miriye. Li hev nehatine ku yekî ji nav xwe bineqînin; biryar dane û çûne Xelatê, ji vê malbata Kisra du bira bijartine ku navên wan Diyaeddîn û Ezeddîn in û anîne yekî kirine Mîrê Bedlîsê û yê din jî bûye Mîrê Hezzo (Sasûn). Bi hindikayî hingî umrê qralekî di berya 847an de jî ev statûya Roþkan heye û ji malbata fierefxanan (Diyaeddînan) qedîmtir e.

fierefxan[5][3] qala 18 babên xwe kiriye ku ev 18 bab ji sala 1147an dest pê dike. Weha dibêje: “Hingî ku min kariye ez bikolim û ji pirtûkên dîrokan hîn bûme, 18 babên min 450 sal in ku li vî bajarî hukum kirine.”

Di kûraniya tarîxê de, em dibînin ku car caran yek eþîrek bi serê xwe hukûmeta xwe ava kiriye û esilmendek ji nava xwe bijartiye, ketiye binê fermandariya wî. Kurd bi taybetî piþtî Îslamê li hemî herêman xwe bi xwe kirine xwedîstatû. Hem di orf û adetên Kurdan de, wek statûyên “eyalet” an “federasyon” hebûne û hem jî ew dewletên ku di salên 900an de bi fiedadiyan dest pê kir û Merwanî, Hesenweyhî û Loristan û heya Eyûbiyan; bûne xîm û havên bo van muessesan. Mesela piraniya mîrekan ji sulala Merwaniyan yan Eyûbiyan in. Evan prensan çend eþîr dane hevûdu, an bajarek kirine binê hukmê xwe, vî bajarî ji biyaniyan standine û xwedîtî li qewmê xwe kirine.

Lê di nava van statûyan de, em taybetiyeke balkêþ li cem eþîrên Roþkan dibînin ku ev welatperweriya vê rêxistinê serê merivan disekinîne. 24 Eþîr di yek rojekê de biryar didin û dibin federasyon. Bajarê Bedlîsê û Hezo (Sasûn) digrê û qraliyetên kurd didamezrîne. Welatekî mezin û bi deþt û çiya bi hezar salan xwedî dike û tîne heya “Nîzama Cedîd” a Sultan Mehmûdê Duyem yê Osmanî. Statûya Bedlîsê û ev hukûmdariya Roþkiyan keleyek qaîm û mezbûtê pir giring e bo hemû statû û welatê kurdan. Dijmin, heya ku quweta xwe di vê eþîrê de nedîtiye; newêriye berê xwe bide statûyên din yên kurdan. [6][4]

EÞÎRA ROÞKAN

Li dora Xwêtê (Xwêt) li Tabê, Qewalisî û Bilbasî 24 eþîran berhev dikin û di yek rojekê de federasyona bi navê Rojkan dimezirînin. Ev federasyon ji van eþîran têne holê. Pênc Eþîrên bajarê Bedlîsê xwemal in (ehlê cî ne): Keysanî, Motkî, Baykî, Zeydanî û Zoqeysî. Wekî dî 10 eþîr bi Bilbasiyan ve û 9 eþîr jî bi Qewalisiyan ve girêdayî ne. Qewalisî û Bilbasî du malbatên pêþeng û esilmend in. Lewra ji fierefnamê weha tê zanîn ku ji pêþkêþên wan re jî “emîr” tê gotin.

Bira Bilbasiyan: Keleçêran, Balkan, Xirbelan, Xiyartan, Goran, Birêþan, Sekran, Garisan, Bêdoran û Balakurdan.

Bira Qewalisiyan: Zerdozan, Endaqiyan, Xaldan, Pirtavan, Girdikan, Suhrewerdiyan, Kaþaxiyan, Istûkan û Ezîzan.

5 eþîrên Bedlîsê 10 eþîrên Bilbasiyan û 9 eþîrên Qewalisiyan dikin 24 eþîr. fierefxan dibêje ku, van eþîran Hezo (Sasûn) ji Gurcyian û Bedlîsê jî ji Soqepysî an Girdikiyan standiye. Belê ya rast ev e ku ev bajar ji qewmên wê demê ku di ola mesîhiyan de bûne hatiye vegirtin. Her çend ev derên ha di binê hukmê mislimanên Ebasiyan de bin jî, lê mumkun e ku qewmên wek Gurciyan ku wê demê file bûn; hukûm li vê herêmê dikin û baca xwe didine Ebasiyan.

WELATÊ ROÞKAN

Li gora fierefnamê, Bedlîs paytexta vî welatî ye û Xelat, Mûþ û Xinûs bi vê statûyê ve tim girêdayî ne. Em vê rastiyê di Fermannamayên Tîmûrleng (1396) de, di fermannama  Qere Yûsif (1418) û di fermannama fiaþ Tahmasp (1532) de dibînin ku ev her çar bajar bi hev re têne jimartin. Tîmor Gurganê Tatar di ser van bajaran de Melazgirt, Evîng (Xoresana Erzirûm) û Pasînê jî daye kalikê fierefxanê 4an ku navê vî mîrî Hacî fierefê kurê Diyaeddîn e. Sînorê Roþkan, Westan, Hîzan, Zirkan, Sasûn (Hezzo), Çepaxçûr, Namrewan[7][5] Melazgir û Elcewaz e. Bi gotineke din: Xelat, Karêz, Kavar, Geliyê Kêsanê, Deþta Gozelder û Tatikê, nehya Simek û Geliyê fiêx Cima, ji Dûxanan û berjêr li milê rastê qeza Bayikanê dide ber xwe digihe Baþûran û sînorê rojavayê dibe Hezzo. Motkan, Xûyt, Mûþ, Wartû dixe nava xwe û Xinûs bi nav nîþan di binê hukmê xwe de nîþan dide. Deþta Mûþê û bi hemû dor û berê ve deþtê vedigire, tê digihe Xelatê. Niha jî bingehê çanda vê herêmê kifþe ye. Bayikî, Mûþî, Xinûsî, Xelatî û Motkî bi Bedlîsiyên vê gavê ve zû dikelijin û dikevine kirasê hev. Yek ji van herêman dikare bê li bajarê Bedlîsê binecî bibe û bibe yek wey bajariyan. Lê yekê Elcewazî, Hîzanî, an fiêrwan û Sêrtî tu car bi Bedlîsiyan ve nakele.

MÊRXASÎ Û WELATPARÊZIYA ROfiKIYAN

fierefxan dibêje: “Li Bedlîsê xebereke pêþiyan heye ku dibêjin Hingî kevirên Kela Bedlîsê, xortên Roþkiyan serî di ber de dane. Yanê jimara canfidayên Roþkiyan ji jimara kevirên Kelê ne kêmtir e.”[8][6] Dîsa li gora fierefnamê  em dibînin ku þerê Selçûqiyan, yê Aqqoyûniyan, yê Sefewiyan kirine, welatê xwe bi xwîn û xwîdan û þer û lêdanê paþ de vegirtine. Dîsa em dibînin ku þerê Dewleta Osmaniyan jî bi salan kirine û bi hindikayî 300 salan bi vê dewleta mezin re dabor kirine û statûya xwe xwedî kirine û parastine.

Çawan ku di kûraniya dîrokê de vî welatî bi hezaran mêrxas û cengawerên xwenas ji binya xwe deranîne, her wiha em di serê sedsala bistan de jî dibînin ku Xalid Begê Cibrî, Yûsif Beg, Nûh Beg, Kemal Fewzî Beg, Îhsan Nûrî Paþa, Qoçzade Elî Riza Beg, Xelîl Xeyaliyê Motkî, Ziya fierefxan, Heqî Uzar û bawermendên wek fiehîdê Tetwanê fiewket ji vê herêmê derketine û derdikevin. Do mêrxasên Roþkan zora artêþên Sefewî û Mîsipiyan dibirin, welatê xwe bi þer û kuþtin û cengê xwedî dikirin. Îro jî ev welat bawer im ku bi aþtî û bi riya aqil wê rojekê rizgar bibe û bigihêje mafê xwe yê netewî.

fiARISTANIYA BAJARÊ BEDLÎSÊ

fiaristanî medeniyet e. Çand û zanîn e. Xwendevanî, þarezayîtî, pisporîtî ye. Gotina “þarezatiyê” tenê bajarvaniyê vedike, datîne pêþ çavên me. fiarezayîtî û bajarvanîtiya Bedlîsê ewçend bi pêþ ve çûye ku di sala 1655an de Ewliya Çelebiyê Gerok weha aniye ziman:

“Bajarê Bedlîsê, bajarek qenctir û pêþveçûyîtirê hemî bajarên cîhanê yên vê demê ye. Xanê Bedlîsê (Mîrê Bedlîsê Evdel Xan-K.) zanatir û qenctirê hemî hemdemiyên vî zemanî ye û xelqê Bedlîsê ji hemû xelqên cîhanê yên vê demê pêþvetir in.”[9][7]

Ewliya Çelebî qala 70 mektebû çar medresan dike. Em di fierefnamê de navên van medresan dixwînin: fiemsiye, fiifaiye, Îhsaniye, fierefiye, Îxlasiye, Hatîbiye, Hacîbegiye, Idrîsiye, fiekeriye, fiukriye û Hebîbiye. Ev dikin 11 medrese ku fiemsiye tenê di sewiya unîwesîteyekê de ye.

Ilim û ilimdariya Bedlîsê li kêm bajaran heye. Ew jî dewlet li serê van mekteb û medresan e. fierefxan dibêje, tenê min di sala 1591ê de li dora Kulliya fiemsiyeyê 5 medrese damezrandiye û her medresek di binê berpirsyariya Mewlanayekî de ye. Wek Mewlana Xidir Bîbî, fiêx fiemseddîn Mewlana Muhemmed fiêrnasî, Mewlana Muhemmed Zirkî û Mewlana Ebdurrehman (Melê Reþik)[10][8]

fierefxan ji xeyrî van ilimdaran navê gelek zana û pisporên Roþkan tîne ziman. Wek: Mewlana Mûsa, fiêxulîslam Mewlana Ebdulxellaq, fiêx Ebdullah Bedeþhanî, Mewlana Ebdurrehîm Bedlîsî, Mewlana Mihemed Berkalî, Mewlana Husameddîn, Mewlana Îdrîs û kurê wî Mewlana Ebulfadil, fiêx Ebû Tahirê kurdî û fiair fiikrî.

Bi tenê ilimdariya fierefxan, siyasetzanîna bab û kalên wî û meþandina vê statûyê bi hezar salan dide kifþkirin ka xwendevanî û zanîn li welatê Roþkan û li bajarê Bedlîsê çi qeder pêþ ve ye. Hemî mîrek û hukumdarên kurdan singê xwe dane singa Tîmor Gurganê Teter, lê mîrê Bedlîsê bi rêya aqil çû deþta Mûþê û bê þer welatê xwe parast û di ser de fermannameya vî sultanê cîhangîr stand û Melazgir, Evîng û Hesenqelê jî bi ser welatê xwe ve zêde kir. Emîr fiemseddîn keça sultan Ûsifê Qereqoyinî mehr kir û van ciyên ku Tîmor dabûn wî, kir cehêzê keça siltan û xwe ji bela Qereqoyûniyan xilas kir. Bi rêya dîplomasiyê van mîrekan bi hemî sultan û împeretoran re derbaz kirin heya dawiyê. Ew jî ji zanîn û xwendin û þaristaniyê tê.

Ev bajarvaniya Bedlîsê wisa pêþ de çûye ku kîtabxana Evdelxanê neviyê fierefxan li dunyayê nav daye. Ewliya Çelebî dibêje: “Gava ku sandoqên ku du kesan bi zor ji erdê radikirin kitêb anîne mezadê û devê van sandoqan vekirin, kurê Ebdelxan ku paþa wî danîbû ciyê babê wî; çavên vî prensî þîlo bûn, Melîk Ehmed pirsî, ka bo çi çavên te tijîbûnþ Diyaeddîn dibêje: Li gor Ewliya ev kitêb hemî di dereca fiahname, Gulîstan û fierefnamê de ne.”[11][9]

Em hemî tiþtî deynin wêderê, tenê dîplomasî û dolaba siyasetê ya ku Îdrîs gerand, þaristaniyê ne tenê li Bedlîsê, her wisa li Diyarbekirê jî datîne pêþ çavên me. Ew þuxlê ku Mewlana Îdrîs kir, ne þolê feqîr fiqaran, cahil û cuharan, rût û bêçareyan e. Li gor wê dem û hêmanê siysetbilindiyek cîhanþimûl û bêemsal e.

Kurd, ne tenê Bedlîsê, divê hemî bajarên xwe û dîroka van bajaran nas bikin. Bajarvanî nebe em nikarin heyiya xwe ragirin û li ser piyan bimînin. Gava ku me dîroka xwe xwend û xwe di neynika dîrokê de dît, wê demê emê xwe nas bikin. Ku me xe nas kir, emê bikarin xwe ji bin nîrê zilmê xilas bikin.

Bedlîs di meqaleyekê de bi cî nabe. Divê bi hezaran meqale û pirtûk li ser paytexta Roþkan bêtin nivîsandin. Çand û orf û adetên wê, avayî û mîmariya wê, huner û bazirganiya vî bajarî û hemî delavên komelî divê bên kolandin, zelalkirin û kurd bizanin ka ji kengê ve xwelî li serê wan bûye.

Das û werîs

Gelyê Bedlîs

Ez welatê xwe nafroþim

Bi mal û milk

Bi hezar kîs

–Wê bidome–

 


Nêrînek li ser kurdî: Doh û îroya wî

Prof. Dr. EMÎN ALÎ SAÎD

Ji erebî: Abdurrahman Adak

 

(Prof.Dr. Emîn Alî Saîd ji Kurdistana Iraqê ye û li Urdunê di zankoya “Alê beytê” de mamoste ye. Di vê zankoyê de her telebe du zimana dihilbijêre û dixwîne; yekî Ewrûpayî û yekî ku ji xelkên misliman pê xeber didin. Di beþa diduyan de tirkî, farisî, belûcî, malayî û hwd. hene; lê yek ziman nîn e. Ew jî kurdî ye. Îcar mamostayê me konferansek derheqê kurdî de da û xwest ku kurdî jî ji vir û pê de bi dersîtî were hilbijartin. Min jî metnê konferansê ji erebî wergerand bi bal kurdî û min xwest ku em dev de li Dr. Emîn guhdarî bikin.

Ji bil sernameyên navîn min ji cem xwe tiþtek li metna eslî zêde nekiriye. -Digel ku îhtîyac jî hebû- Lewra min nexwest gellek cih bigre.

Gava were xwendin, divê di bîra mirov bê ku ev konferans di nav ereban de û di zankoyeke navnetewî de hatiye dayin. A. K.)

Her wekî hemî zimanên alemê, dîrokek, merheleyên pêþveçûnê û qoyendeyên zimanê kurdî jî hene. Kurdî; wek farisî, belûcî, efxanî, hewd. zimanek ji zimanên Îranî ye, û sê merhele derbas kiriye:

Bastan (Qedîm) navîn û nûjen.

Ev ziman û qoyendeyên wê di hinek merheleyên dîrokî de, çi siyasî, çi îqtîsadî û çi îctîmaî gellek rewþên dijwar dîtine ku ev rewþên ha bûne sebeb ji bo paþvemayina vî zimanî.

Li digel vê, ji bo zimanê kurdî bikaribe beramberiya zimanên din bike, jê re gellek faktorên ku bûne sebebê zîndemayin, vekirina rê û derbaskirina astengan jî peyda bûne. Di serê van faktoran de tebîetê milletê kurd tê. Ku ev tebîat di muhafeza li ser nefs û çanda xwe û di girêdaneke kûr bi erdê “Kurdistan” ve dide nîþan. Em dinêrin zimanê kurdî ti cara ew arîkarî û palpiþtiya ku tirkî û farisî ji aliyê umera, selatîn û hukkaman ve didîtin, nedîtiye.

Kurdî, wek zimanên din yên di herêm de, rê ji xwe re vekir ku bibe zimanê edeb û ulûm û îdarê. Ji bil vê gellek þair, edîb, rewþenbîr, alimên din û nivîskarên mahir yên ku digel kurdî bi erebî, farisî û tirkî jî dinivîsîn derxiste holê.

Ji bo ku bibe mînak emê behsa zanyarê Yezdan, þairê Mubdî’ û mutewazî “Baba Tahirê Hemedanî” yê ku bi “Uryan” tê leqebdan bikin. Baba Tahir ew kes e ku rubaiyatê xwe yê bi navê Dubeytîhayê Baba Tahir meþhûr bûne, di lehçeya “Lorî” de -beþek ji kurmanciya Baþûr- aniye zimên. (935-1010 m.)

Lehçeyên Kurdî

Heçî zimanê kurdî ye, jê re du lehçeyên serekîn hene.

1. Kurmanciya Bakur: Gellek lehçeyên vê yên mehellî hene. Wek badînanî, Bayezîdî, Botanî, Aþîtî, Cezerî, Hekarî û hwd. Li Zaba Jor, Baþûr û Rojavayê Baþûr, li Tirkî û Rojhilata Baþûr û li Îranê, belav bûye.

2. Kurmanciya Baþûr: Gellek lehçeyên vê jî hene. Wek Soranî, Mukriyanî, Senendejî, Silêmanî-Babanî, Goranî, Lorî û Kelhorî. Cihê belavbûna vê jî bakurê Zaba Jorî heta Mendelî- Rojhilata Îran, Loristan û Îran e.

Kurdî û Tîpên Erebî

Kurdan, piþtî ku dînê îslamê qebûl kirin, di nivîsandina zimanê kurdî de, elîfbêya erebî girtin. Ev jî bi wasita Farisan çêbû. Çawa ku tê zanîn, farisan hinek herfên nû li elîfbêya erebî zêde kiribûn. (weka p, ç,  j, v,) Kurdan jî ev elîbêya han, bi danîna hinek îþaretan li ser hinek herfên ku dengê wan yê di kurdî de, ne wek dengê wa yê di erebî de bû, pêþ de birin. Wek danîa (v) a biçûk li ser “lam” a mufexxem, “waw”a mechûle û “ya”ê.

Di Qerna Panzdehemîn de Rewþa Kurdî

Kurdan, çi nesir, çi þiîr bi vê elîfbêyê dest bi nivîsandina zimanê xwe kirin û gellek edîbên mezin ji nav wan derketin: Feqiyê teyran, xwediyê çîroka Mem û Zîn fiêx Sen’an” (di lehçeya Bakur de) yek ji van edîba ye. Em dibînin ku heya Feqiyê Teyran ji Mantiq et-Tayr a Ferîduddînê Attar hebû. Lewra ev çîroka wî di nav mesnewiya Mantiqut Tayr da mewcûd e. Lê ev heye ku Feqî, di çîroka xwe de hinek cih qulubandiye. Hejmara mirîda li cem Attar 400; lê li cem Feqî 500 e. Attar bi þiklê mesnewî çîrok nezm kiriye; lê Feqî bi þiklê rubaiyat û sulasiyatan.

Dîsa di vê qerna panzedehemîn de nasyarê Xwedê, alimê dîn û þairê reqîq fiêx Ahmedê Cezerî derdikeve meydanê. fiairê Cezerî, di leçeya bakur de ustazê xezela kurdî tê hesibandin. Tu xezel û qesîdeyên wî nîn in ku îþaret bi bal ayetek yan jî qiseyek Qur’anê ve nakin. fiêx, hakimê herdu zimanê erebî û farisî bû. Mulemmiat û tedmînatê wî jî di hersê zimanan (kurdî, erebî, farisî) de hene. Ew bi xwe di bin te’sîra Sa’dî û Hafizî de ye, lê ti caran ji wan kêmtir nabîne. Lewra di xezeleke xwe de weha dibêje:

“Ger lu’luê mensûr ji nezmê tu dixwazî

Wer þiîrê Melê bibîn, te bi fiîraz çi hacetþ”

Melayê Cezerî, xezela xwe ya yekemîn, kiriye bin dimnê xezela Hafizê fiîrazî ku di destpêka dîwana wî ya farisî de ye. Hafiz di serê dîwana xwe de weha gotiye:

“Ela, ya eyyuhessaqî edîr ke’sen we nawilha

Ki iþq asan numûd ewwel, welî uftadî muþkilha”

Gotina Mela jî weha ye:

“Newaya mutrib û çengê, fîxan avête xerçengê

Were saqî heta kengê neþûyin dil ji vê zengê

Heyata dil meya baqî, binoþin da bi muþtaqî

Ela, ya eyyuhessaqî edîr ke’sen we nawilha”

Mela, xezela Hafiz bi xweþkayiyeke wisa kiriye bin vê xezela xwe de, gava ku tu xezela Mela dixwîne, ne mumkin e tu karibe tercîha beytekê ji beytên Hafiz, li ser beytekê ji beytên Mela bike.

Di Qerna Hivdehemîn de Rewþa Kurdî

em hatin þairekî din. fiairê mezin Ahmedê Xanî, xwediyê destana Mem û Zîn ku çîrokeke lirik tê hesibandin. fiair, di vê çîroka xwe de, evîna ku keçek û kurek pê ketine, tîne zimên. Ev çîrok, tejiyê ji felsefeyeke kûr; felsefa jiyanê û felsefa evîna paqij. Xanî, di destanê de, jîna kurdan nemaze ya civatî û meclisên mîrên wan tîne ber çavan. Tê de zanyariyên gellek giring  ji bo hemû aliyên jiyana kurdan ya wî demî hene. Divê were gotin ku Xanî ketiye bin te’sîra þairê mezin Nîzamî el-Cencewî de. -Xwediyê her pênc nezma: Leyla û Mecnûn, Xusrew û fiêrîn, Heft Pêgker, Îskendername û Maxzenul -esrar Ev jî tiþketî normal bû. Lewra, þairên kurd, bi sebeb rewþên xwe yên siyasî coxrafî û nisbeta dînî ve, çawa me got,di ziman û edebiyata xelkên mislimanên din yên di herêmê de jî serketî bûn. Nemaze erebî, zimanê Qur’ana Pîroz bû. Li vira tê bîra mirov ku, Nîzamî ji aliyê dê de, xwe nisbet bi bal kurdan ve dikir. Lewma ew di mesnewiyeke xwe de weha dibêje:

“Ger maderê mine-î reîse kord

Mader-sifetane pîþîmen hemî mord”

Di Qerna Nozdehan de Rewþa Kurdî

Evaye bi dehan edîb û þair hene ku bi zimanê kurdî, di helçeya bakur de nezm çêkirine. Heçî lehçeya Baþûr e,em þairê mezin Nalî, Xidir kurê Ehmed fiahweysî -Ji fiehrezor, di herêma Silêmanî de- dibînin. (1797-1855 m.)

Ew yekemîn þexs e ku þiîr ji leçeya goranî* wergerandiye bi bal lehçeya Babanî Silêmanî. Ew þairê îmareta “Babaniyan” bû. Nalî alimekî dî û þairekî ronak bû. Di lehçeya Baþûr de ustazê xezelê tê hesêbê. Bi sebeb firehbûna zanyariya wî di zimanê erebî, farisî û tirkî de, em dibînin ku hinek þiîrên xwe bi van zimanan rêz kiriye. Ev xezela delal, numûneyeke ku tewana Nalî, di bikaranîna þ’rê di erebî û kurdî de, didê nîþan:

“Ya bedru uluwwen we diyaen we kemala

Fe’l xusnu ma’al esîlî îla fer'ike mala

Ta su binalê zulfet, li nihalî qeddet ala

Min dudî hinekasem, geh bibe alemê bala

Ma ade lekel banû we lellînetu lîna

Îz edde lekel barîu husnen we cemala”

Di rubaiyeteke xwe ya farisî de jî weha dibêje:

“Sûyê murest mera cezm, ez în lucce-ê xem

Takî der nîl keþem came, zi bî dad û sîtey

Mîrewed Nalî ez înca, cu herîs ez dunya

Ba lebê xuþk kefê xalî çu çeþmê pur ney”

Ji tirkî jî ez dixwazim vê beytê neqil bikim:

“Nefîs, saat gîbî îþlerse ger, yad île taattîr

Bîr anin kurmasi bîr quluna îhya-yi saattir.”

Nalî ji bo pêkanîna ferda hecê derdikevê seferê û di ê de qesîdeyeke çak di medhê nebî de dibêje: “Destpêka qesîdê jî ev bû:

“Eyê sakinê riyadê Medîne-ê munewwere

Lutfe bike six(f)ermo, Medîne-ê minew were”

Di vegerê de, ji ber nesîheta hevalê xwe yê þair Salim, ma li fiamê û nevegeriya Silêmaniyê. Li fiamê jî nesekinî û ji wêderê jî çû Stenbol. Rojên xwe yên dawî di payîtexta Osmanîyan de qedand. Heyf û mixabin, ti berhemên wî yên ku li Stenbol aniye meydanê, di destê me de nîn in. Bê þek û þubhe pêwîst e ku di nav berhemên wî yên ku li Stenbol nivîsiye þiîrên tirkî jî hebin. Nalî li xurbetê çû rehma

Xwedê, û li Stenbolê di mizgefta Eyyûb de hat veþartin (1855-56 m.)

Piþt re, em þairekî din dibînin ku ew bi xwe di qerna nozdehemîn de ye, lê fikrên wî ji zemanê wî pêþdetir in. Di þiîrê wî de rihê neteweyetî, terka adetên kevn û rizî, berketina bi zanayî û fehmê tijî ne. Herweha hinek þiîr nezm kiriiye ku di wan de dev diavêje însanên ku dîn, ji bo fêda xwe ya dunyewî dikin alet, lê di eslê xwe de ti elaqa wan bi dîn re nîn e. Ev þairê ha, Hac Qadirê Koyî (Koysencer) ye.

Di lehçeya Goranî de em Mele Abdurrehîmê Tewqazî, yê ku bi navê Mewlewî tê naskirin dibînin. Alimekî din, zilamekî sofî neqþebendî-meþreb bû M. Abdurrehînm ket bin tesîra þairê meþhûr Celaleddînê Romî-Belxî yê ku bi “Melayê Rom” tê naskirin- Xwediyê Mesnewiya 26 hezar beyt û dîwana þems ya 46 hezar beyt- Mewlewiyê kurd ewqas ma di bin te’sîra Celaleddînê Romî de, heta ku mexlesa xwe “Me’dûm” quluband, kir “Mewlewî”. Herweha teqlîda mewlana di Mesnewiyê de jî kir û Eqîdetul Merdiyye te’lîf kir. Ev pirtûk di sala 1930 de ji aliyê Muhyeddîn Kaymuþkanî, li Misrê, di çapxana Darusseadet de hat çapkirin.

Di herêma Kerkûk de (Taliban) di qerna nozdehemîn de, fiêx Riza Talibanî derdikeve holê. fiêx di þiîra kurdî de, sazgerê dibistana heceyê tê hesibandin. Ew jî, wek þairên din yên kurd, digel zimanê xwe yê eslî, þiîr di zimanên din; tirkî, erebî, û farisî de jî dinivîsî. fiêx ji wan þairên “çarziman” bû û di dîwana wî de, di herçar zimanan de þiîrên wî hebûn. fiiîrên wî yên di hersê zimanên biyanî de jî, ne kêmî þiîrên wî yên kurdî bûn.

Di Dîrasetê de Tewana Kurdî

Zimanê kurdî, bi sivikayî, rêyeke dijwar û bi zehmet derbas kiriye û îro geriyaye, bûye zimanekî hêja ji bo ku qedrê wê were girtin û ehemmiyet pê werê dayin. -Çawa ku tirkî û farisî di îroya me de bi vî awayî ye.- Lewra tewana vî zimanî heye ku pê werê nivîsandin û tedrîsa hemû branþan pê werê kirin. Eva ye telîf û tercemeyên gellek pirtûkan ji zimanên biyanî -nexasim jî erebî, farisî û tirkî-, û dîsa telîfa gellek pirtûkên ilmî -di matematîk, fîzîk, kîmya, zîraat û hwd. de- temam bûye. Herweha çêkirina ferhengan, nivîsandina pirtûkên derheqê ziman û amadekirina ansîklopediyan hertim pêþve diçe. Em dibînin ev ziman li Rûsya, Fransa, Almanya- Îngîltere di zankoyan de, dibin Beþa fiarkiyat de û li Iraq, di zankoya Baxdad, Salahaddîn û Silêmaniyê de tê xwendin û tedrîs pê tê kiirin. Ya herî giring jî ev e ku bi zimanê kurdî gellek pirtûkên dînî hatine amadekirin. Em gellek tefsîr û tercemeyên Qur’ana Pîroz, bi vî zimanî dibînin.

Îbn Salah û Yên Din

Ji bil evana, di nav kurdan de gellek alimên mezin yên dîn rabûne û bêhejmar pirtûk û þerh nivîsandine. Îbn Salah jî, yek ji van aliman e. Ev alimê hêja, di 577ê de hatiye dunyayê û 643ê de li fierxan, gundekî nêzî fiehrezor wefat kiriye. (1182-1246m.) Ji ber ku navê bavê wî Salahaddîn bû, bi nisbet wî bi “Îbn-u Salah”  hat naskirin. Îbn Salah, di malbateke xwedîilm û rîaset de mezin bû. Bavê wî jî alimekî mezin bû, nemaze di ekola þafiî de gellek xurt bû. Pêþî, bav rê nîþanî kurê xwe da; fiqh jê re got, û ji bo ku ilm ji mamosteyên xwe bihîstine þiyande Mûsulê. Piþt re jî, Îbn Salah ji Mûsulê çû Xoresan û ji wir jî çû fiamê. Ji mamosteyên xwe ders girt, heta ku di ilm de, nemaze di branþa hedîsê de kûr bû. Berhemên vî alimî pir girîîng in. Hinek ji wan: Tabeqat’u-el Fuqahaî’þ-fiafiiyye, el-Emalî, Fewaîdu’r-Rihle, fierh’u Sahîhî’l-Buxarî, el-Mu’telef we’l-Muxtelef fî Esmaî’r-Rîcal û Ulûlu’l-Hadîs.

Alimên pey wî gellek wesfê wî dane. Îbn Xelkan dibêje:

“Di esra xwe de zanayekî tefsîr, hedîs, fiqih, Esmaur' -Rîcal û þaxên hedîsê bû.” Zehebî dibêje: “Xwedî heybet û rindî bû. Li ser xwe bû, li nik sultan û emîra jî waqûr bû.”

Li cem Îbn Salah, em dikarin Allame Elbeytûþî, Îbnultac, û fiêx Me’rûf en-Nûd -xwediyê zêdetir ji 50 pirtûkan- jî înin ziman. Ji nav kurdan piþtî Îslam qebûl kirin yên ku xizmet ji zimanê erebî re jî kirin derketin. Wek Îbn Xelkan, Îbnu’l-Esîrê Cezerî, Zehawî, Rassafî û hwd. Em dinêrin hinek malbat û þêx hene ku arîkariya wan gihaye ereba û erebî wek malbata Ferecullah, Aîþe Tîmur, Sabrî, Mþ Kaynmuþkanî, (ji Misir) xwediyê pirtûka Min Amman îla Amadiye Alî Seyda Gewranî (ji Urdun)  û M. Alî Awnî (wergerê xisûsî di seraya Misrê de).

Di Berhemên Kurdî de Temaya Dîn

Kurdan, nemaze alimên dîn, di nivîsarên xwe de hetta di berhemên xwe yên þiîrî de îhtîmam dane aliyê dînî. Ji ber vêqasê em di þiîra kurdî, nexasim di ya klasîkî de, munacatê Xwedê, medhê Resûl, Xelîfeyên Raþid, Ehlê Beyt û sahabiyan bi piranî dibînin. Di çanda xelkê de jî -hem bi nesr û hem bi þiîr- çîrokên derheqê betlên mislimanan de hene. Herweha hinek çîrokên eþq (evîn)  û eqîdeyê hatine wergerandin bi bal kurdî ve. Wek Qisseya Îmamê Hemze, Yuzuf û Zuleyxa, Qisseya Anter û Fetha Xeyber.

Di folklor û çapemeniyê de kurdî

Di folklora kurdî de, digel hîkmet û emsalên ku hinek ji wan piþtî Cenga Cîhanê a Yekem hatin çapkirin û hê jî tên çapkirin, çîrok û hîkayeyên ku bi dev tên gotin tejî ne. Ji bil van, di bin destê me de, derheqê heywan, botanîk, sîriþt, hewa, tibma kevn û felek de bêje û istilahên ilmî hene. Ku hinek ji van istilahan bi awayê ferhengên biçûk hatine çapkirin.

Bi çavavêtina biblîoxrafya telîfên kurdî,  em topek pirtûkên ilmî, edebî, dîrokî, kovar û rojnameyên ku bi vî zimanê çapemenî û rojnamekarî jî. Ji xwe eva hinek kovar bi kurdî derketine ku yekemîn kovara kurdî, di dawiya qerna nozdehemîn de, Mîdhed Bedirxan li Stembol weþandiye. Piþt re jî li Misir, Sûrî, Iraq, Îran, Azerbeycan û Ermenîstan rojname, kovar û weþanên din ev taqîb kirine. Ji bil yên ku li welatên Ewrûpaî derketine û hêjî dertên. Di vê gotina xwe de min xwest ku ez ziman û wêjeya kurdî, rola wê di nav zimanên xelkên misliman û tewana wê ji bo telîf û wergerandina berhemên edebî û ilmî, bi we bidim nîþan.

Kurd û Ereb

Di dawî de ez dibêjim, netewê herî nêzîk bi bal ereban ve û zimanê herî nêzîk bi bal erebî ve, netewê kurd û zimanê wan ê kurdî ye. Kurdan welatê ereb û mislimanan di wextê Xaçiyan de parastine. Lewra piraniya eskerê Salaheddînê Kurd ji kurdan bû. Herweha kurdan -çi maddî, çi manewî- arîkarî dane þoreþa Cezayir û Filistîn. Arîkariya wan ya maddî ji bo Filistîn xwîn danin wî alî, xortên kurd ketin nav eskerên azadiyê bixwe. Kurdan ji gava Salahaddîn heta fiêx Mehmûdê nevî, yê ku li Iraq arîkarî da þoreþa bîstan, parastina ereban kirine.

Di dawî de ji bo Xweguhdariya we, ez spas dikim.


Heri Jor


[1][1]. Nursî Saîd, Îçîtîmaî Reçeteler II, Tenvîr Neþrîyat, Îstanbul, 1990, rp.37.

[2][2]. Meþrûtiyet: Di wê demê de þeklê rêvebiriya azadîxwazan e.

[3][1]. DIE KURDENSTAND-B‹DL‹S, Wîlhem Köhler, Alan Yay›nc›l›k, rp. 27-105

[4][2]. Bedlîsî, fierefxan, fierefname, werger: M.Emîn Bozarslan rp. 419

[5][3]. B.n.d. (Berhema Nav Derbasbûyî) rp. 421

[6][4]. B.n.d. rp. 414

[7][5]. Namrewan: Keleyek di navbera Xinûs û Erzirûmê de ye.

[8][6]. Bedlîsî, fierefxan, fierefname, werger: M.Emîn Bozarslan,

 rp. 414

[9][7]. Yûsuf, Abdulreqîb, Hunerên Tabloyên fierefnamê, wergêr: Elîþêr, Weþanên Jîna Nû, Sweden, Tebax 1991.

[10][8]. Bedlîsî, fierefxan, fierefname, werger: M.Emîn Bozarslan, rp. 399

[11][9]. Yûsuf, Abdulreqîb, Hunerên Tabloyên fierefnamê, wergêr: Elîþêr, Weþanên Jîna Nû, Sweden, Tebax 1991.

Not: Çavkaniyên vê nivîsarê û dewama wê: Ji fierefnameya ku Mehmed Emîn Bozarslan tercumeyî tirkî kiriye; ji Tabloyên Hunerên fierefnamê ku xebata Abdulreqîb Yûsuf e û Elîþêr ji tîpên Erebî zivirandiye kurdî; ji kitêba Wilhem Köhler ku bi tirkî bi navê Evliya Çelebî Seyahatnamesinde Bitlis Halk› çap bûye, lê navê wê yê orjînal  DIE KURDENSTAND-B‹DL‹S e û  Haydar Iþ›k zîvirandiye tirkî; û min ji kitobekek bi navê Evliya Çelebi  ku Türizm ve Tan›tma Bakanl›€›/Turkey-Ajans Türk Matbaac›l›k Sanayii çap kiriye, îstîfade kiriye.

Heya ji min hatiye min tiþtek lê zêde nekiriye.