Weke Şebnemekê

Weke Şebnemekê

Bamed Serdar, di helbestên xwe de mîna rastiyeke dîrokî, di asteke semantîk de weke zanista ziman ya ku li ser bêjeyan disekine, bi mijarên evînî, civakî, xwezayî xwe dispêre rastiya jiyanê. Têgihiştina hebûna nêrînên cuda û li ser firehkirina sînorên peyvan radiweste.
Carna armanc û mijara xwe dihewîne û carna ji sînorên armanc û mijara xwe derdikeve, giraniyê dide têgehên mantiqî û girêdana nava peyvan. Ji kaniyên veşartî yên zimanê Kurdî bi dêrandineke cewheran derdikeve pêşberî xwendevanan.
 

Bamed Serdar

Bamed Serdar di sala 1977an de li gundê Bamidê ser bi navçeya Nisêbînê ji dayik bûye. Di sala 2002an de Zanîngeha Dicleyê beşa perwerdeyê qedandiye. Li gel perwerdeya fermî perwerdeya medreseyên klasîk jî
sitandiye. Di sala 2013an de li Zanîngeha Artukluyê beşa “Kurdolojiyê Master” kiriye. Teza xwe ya masterê li ser Dîwana Şêx Şemsedînê Exlatî amade kiriye. Gelek nivîs û helbestên wî di serî de di kovarên weke;
Nûbihar û hwd. yên Kurdî de hatine weşandin. Mamostetiyê dike. 

Pirtûkên wî yên hatine weşandin:
1. Siwarê Hespê Boz (Helbest-2014)
2. Dîwana Şêx Şemsedînê Exlatî (Metin û Vekolîn-Nûbihar 2015)


Navê Kitêbê Weke Şebnemekê
Navê Orîjînal -
Nivîskar Bamed Serdar
Wergêr / Lêkolîner -
ISBN 978-625-7383-54-7
Cûre Helbest
Rûpel 56
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2022
Çapa Çendan 1
Berg İHB Reklam Ajansı