Eşira Reşkotan

Eşira Reşkotan

Xwendevanên hêja! Di cîhanê de bi hezaran netew hene û her netew, li gorî xwe xwedî taybetmendiyên serbixwe ne. Hinek li ser ziman, hinek li ser jiyana rojane, hinek li ser kevneşopiyên xwe, ji hevûdu cuda ne. Gelê Kurd jî di nava xwe de gelek cudahî û taybetmendiyan nîşan dide. Yek ji wan hebûna eşîran e. Herçiqas peyva “eşîr” ji Erebî jî were, lêbelê bi girseyî di nava zimanê Kurdî de cih girtiye, ewqas ku di nava Kurdan de bûye peyveke sereke û rojane. Di roja îro de herçiqas gelek Kurd bi eşîrên xwe têne naskirin jî, lêbelê di tevgerên eşîran de gelek guhertin çêbûne. Di dema borî de her eşîrek serokekî wê hebû. Ew serok, bi serê xwe her tişt bû, lê îro rewş cuda ye; gelek eşîr hene bi tenê navê wan maye. Hinek eşîrên hêla Colemergê, Şernexê belkî hîna jî wek berê ev kevneşopiya wan didome, bi taybet yên ku bi eşîrên ser xeta navbera Îraq, Îran û Sûrî ve cînar in. Herçiqas di eslê xwe de ev eşîr yek in, lêbelê dagirkeran ew ji hev qetandine. Eşîra Reşkotan jî di roja îro de, guherînên zahf mezin tê de çêbûne. Eşîra Reşkotan, eşîreke ji heft bavikan pêktê, her bavik, çend heb gundên wan hene. Herçiqas di roja îro de, her bavikek serokekî wan jî hebe, lêbelê ev serok di eşîrê de ne her tişt e. Mînakeka ber bi çav, di roja îro de ev eşîrên ku em behsa wan dikin, di hilbijartinan de serok bigota çi, ya rast ew bû. Lê eşîra Reşkotan ne wisa ye; herkes dikare di her partiyê de cih bigire û ev jî ne sedemê nakokiyê ye. Ez bi xwe ji eşîra Reşkotan zahf ne dûr im. Yek, dayika min ji bavikê Reşkotanan, Balîcankî ye. Duyem, gundê ku ez lê mezin bûme cînarê Reşkotan e. Bavê dayika min di salên piştî heştêyan de mir. Dayika wê jî di salên piştî nodan de mir. Min ew zahf dîtine. Di nava pirtûkê de, tiştê ku ji min re gotine ezê binivîsim. Ez karim bibêjim, bi saya ev bapîr û dapîra xwe, ez ji Reşkotiyekî zahftir bi halê Reşkotan dizanim. Belê, ji boyê ku ez eşîra Reşkotan û heft bavikên Reşkotan baş nas bikim, li tevekê Reşkotan, li bal van bavikan geriyam. Min bi rûspiyên van bavikan re yek bi yek hevdîtin pêk anîn; tiştê ku wan gotin, min jî nivîsand û carna jî min gotinên wan datanî ber yên ku min ji bapîr û dapîra xwe bihîstibûn. Li Reşkotan, mala ku ez çûmê, min vexwandin goştê berxan û elokan. Ez ji malekê bi tenê jî bêyî xwarina goşt ranebûme; lêbelê ji vanan yek nayê jibîrkirin: Dema ku ez çûme gundê Balika cem bavikê Şêxikan, ew roj daweta kurê malê bû. Beroşa goştê berxan li ser agir bû, ji min re gotin, “Ma tu ne birçi yî?” Min got, “Na, ez ne birçî me.” Li dîsa gotin, “hema hinek dohnê berxê, goştê berxê em ji te re bînin.” Min bêyî dilê xwe got, “neynin”, lê anîn. Ma ez çi bibêjim; min gotibû, ez ne birçî me, lê ew dohn û goştê berxê dilê meriv dikêşa, min nanekî tenûrê bi wê firaqa dohn û goşt re xelas kir...

Mihemed Seîd Temel

Mihemed Seîd Temel di sala 1952an de li bajarê Êlihê (Batmanê), li gundê Tilmercê hatiye dinyayê. Mekteba xwe ya seretayî li gundê xwe xwendiye, mekteba navîn li Êlihê û lîse jî li Amedê qedandiye. Di navbera salên 1965 û 1970yî de li medreseyên Kurdistanê, li herêma Êlih û Amedê dersên olî xwendine. Ji sala 1975an vir de di karê dewletê de xebitiye. Di sala 1998an de ji karê dewletê malnişîn bûye. Hinek meqaleyên wî di kovara Nûbiharê de û di hinek malperên înternetê de hatine weşandin. Ev pirtûka wî ya heştan e.
Ji sala 2018an vir ve, di rojnameya mehalî Pusula ya Batmanê de derbarê herêm û civakê de nivîsên wî têne weşandin.
Niha li bajarê Êlihê dijî û di Komeleya Nûbiharê û Komeleya Ehmedê Xanî de karên çandî dike.
Pirtûkên wî yên çapbûyî ev in:
1. Reşokê Dirêj (2014); zargotin û çîrokên herêmê.
2. Tehtên Bilind 2014); romana serpêhatiyeke herêmî ye.
3. Eşîra Reşkotan (2016); der barê eşîrê de ye.
4. Hawara Merwaniyê Çiyayê Rûtik e (2018); romaneke dîrokî ye.
5. Li Şedadiyê du jinên Ermen (2018); romaneke dîrokî ye.
6. Selahedînê Eyûbî û kurê Mîrê Amêdiyê (2020); romaneke dîrokî ye.
7. Meşa Bêdawî Mistefa Barzanî (2021); romaneke dîrokî ye.
8. Şêxê Biçûk Şêrê Çiyayên Pîranê (2023); romaneke dîrokî ye.


Navê Kitêbê Eşira Reşkotan
Navê Orîjînal -
Nivîskar Mihemed Seîd Temel
Wergêr / Lêkolîner Mıhemed Seîd Temel
ISBN 978-605-5053-85-7
Cûre Lêkolîn
Rûpel 208
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2016
Çapa Çendan 1
Berg Karton