Şêxê Biçûk Şêrê Çiyayên Pîranê

Şêxê Biçûk Şêrê Çiyayên Pîranê

Dema serhildana Şêx Seîd têk çû, her kesî ji xwe re got, Kurd êdî qediyan.
Di demek wisa teng de Şêx Evdirehîm li çiyayê Kurdistanê seranser, ji Xarpêtê hetanî çiyayê Botan xwe bi rêxistin kir, tekoşînek berfireh rûda.
Tekoşîna Şêx Evdirehîm jî wek ya birayê wî Şêx Seîd tûşî îxaneta hinek eşîr û şêxên Kurdan hat.
Şêx Evdirehîm ji malbatê, ji heft birayan yê piçûk bû, kesekî zaf oldar bû.
Şêx zaf zana û pêşiya xwe baş didît, gelek xweşmêr û comerd bû. Xwedî sitratejiyek bê hempa bû, nava neyarê xwe dixwend, tekiliyên wî bi gel re baş bûn, di dema herî teng de jî bêhêvî nedibû, yên bi xwe re gelek xweş motîve dikir. Ji mirinê qet neditirsiya.
Daîm digot ey zarokên Cengiz! Vêya baş bizanibin hûnê karibin bi fîşek û bombeyan Şêx Evdirehîm bikujin; lê ez wê rê nadim we ku hûn kelepçe li destê Şêx bidin, ji serê xwe derxin ku hûn benik têxin qirqa Şêx Evdirehîm.

Mihemed Seîd Temel

Mihemed Seîd Temel di sala 1952an de li bajarê Êlihê (Batmanê), li gundê Tilmercê hatiye dinyayê. Mekteba xwe ya seretayî li gundê xwe xwendiye, mekteba navîn li Êlihê û lîse jî li Amedê qedandiye. Di navbera salên 1965 û 1970yî de li medreseyên Kurdistanê, li herêma Êlih û Amedê dersên olî xwendine. Ji sala 1975an vir de di karê dewletê de xebitiye. Di sala 1998an de ji karê dewletê malnişîn bûye. Hinek meqaleyên wî di kovara Nûbiharê de û di hinek malperên înternetê de hatine weşandin. Ev pirtûka wî ya heştan e.
Ji sala 2018an vir ve, di rojnameya mehalî Pusula ya Batmanê de derbarê herêm û civakê de nivîsên wî têne weşandin.
Niha li bajarê Êlihê dijî û di Komeleya Nûbiharê û Komeleya Ehmedê Xanî de karên çandî dike.
Pirtûkên wî yên çapbûyî ev in:
1. Reşokê Dirêj (2014); zargotin û çîrokên herêmê.
2. Tehtên Bilind 2014); romana serpêhatiyeke herêmî ye.
3. Eşîra Reşkotan (2016); der barê eşîrê de ye.
4. Hawara Merwaniyê Çiyayê Rûtik e (2018); romaneke dîrokî ye.
5. Li Şedadiyê du jinên Ermen (2018); romaneke dîrokî ye.
6. Selahedînê Eyûbî û kurê Mîrê Amêdiyê (2020); romaneke dîrokî ye.
7. Meşa Bêdawî Mistefa Barzanî (2021); romaneke dîrokî ye.
8. Şêxê Biçûk Şêrê Çiyayên Pîranê (2023); romaneke dîrokî ye.


Navê Kitêbê Şêxê Biçûk Şêrê Çiyayên Pîranê
Navê Orîjînal -
Nivîskar Mihemed Seîd Temel
Wergêr / Lêkolîner -
ISBN 978-625-7383-98-1
Cûre Roman
Rûpel 224
Ebat 13.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2023
Çapa Çendan 1
Berg Karton