Rengin u xemgin
RENGÎN Û XEMGÎN
Rengin: Way,way,way! Hela lê mêze kin birano, hela lê mêze kin. Bavê mêrxasan, qehremanê me Xemgîn êlek ü şalwarê xwe li xwe kiriye û wek egîta vir ve tê. Feqet ew çiyeş pozê wî sor û mor bûye.
Xemgîn: Ayyy,ayyy. Roja te jî bi xêr kekê Rengîn. Ayyy, ayyy pozê min pozê min dêşe.
Rengîn: Roja te jî bi xêr keka dîsa çi qewimî li li te kekaş
Xemgîn: Ay, ay nepirse keko nepirse. pisika me pozê min gez kir û ez kirim vî halî.
Rengîn: Hah,hah,hah. Nexeyde feqet ez ba ma minê gohê te jî gez bikira.
Xemgîn: Ya! Ê ji xwe pisika me ji pir li te diçe. Kuro ez bi dedrdê xwe ketime tu jî ra buyî henekê xwe bimin dikî. Ma şeytanê kor ketiye nava me ku tu wer dibêjî.
Rengîn: Na Xwedê neke şeytanê kor têkeve navbera min û te, feqet...
Xemgîn: Êêê, feqet!ş
Rengîn:Feqet tu hinekî li cîhê xwe nasekinî, yanê tu pozê xwe dikî her tiştî.
Xemgîn: Çima kekoş Ma min pozê xwe kiriye çi û ez li cîhê xwe nasekinime û min çi nerindî kiriye.
Rengîn: Ez dibêjim belkî te pozê xwe kirîye tasa pisikê î şîr, wê jî gotiye ”kuro pozê xwe neke tasa min, yan na ezê jî pozê te gez bikim”. Te jî gotiye, ”Na ji tere çi ez pozê xwe dikimê. Pisika we jî qeheriye û gotiye ”A ji te re” û pozê te gez kiriye.
Xemgîn: Weeey, kuro meriv dibêje qey te her tişt bi çavê xwe dîtiye. Kuro welle tu bawer dikî nakî ez nizanim feqet nerindî ne ji min, ji pisikê derket..
Rengîn: Min bite bawer kir feqet hele bêje mesela te çawa bûş
Xemgîn: Kuro tu çima min diqeherînî û çima min fam nakî. Dayka min ji bo ez vexum tasek şîr anî danî ber min. Min jî bi dilê xwe şîrê xwe vexwar û dilê xwelê rehet kir. Dawiyê min oxxx ek kişand û serpiştê dirêj kir. Min hew carê mêze kir isika me derketiye ser min û pozê min didalêse. Min jî du sê cara pêda da ku ji ser min biçe. Ev tada min pê zor tê ku wê jî ra bû pozê min gez kir. Tu nabê jî, dema min şîr vexwaribû, pozê min ketibû nava şîrê di tasê de û hinek şîrbi pozê min ve mabû. pisikê jî xwastibû ku wî şîrî bidalêse.
Rengîn: Hiii!!!