Rengîn: Hey lo Xemgîno lo!

Xemgîn: Fermo Rengîno!

Rengîn: Xortê Delal roja te bi xêr be lo!

Xemgîn: Roja te jî bi xêr be heval.

Rengîn: !ş

Xemgîn: Ha keremke xorto.

Rengîn: kekê ezê ji du sê tşta bipirsim.

Xemgîn: Keremke bipirse.

Rengîn: Keko kaxitê ji pênûsê re çigotiyeş

Xemgîn: Gotiye “Hevala pênûs ez dixwerim ji kerema xwe tu min dikarî bixwerînîş

Rengîn: Rast e wer gotiye. Lê xezalê ji zurafê re çi gotiyeş

Xemgîn: Wê jî gotiye: “Heval Zurafe! Rica min ji te, bi xêr a xwe li ser serê min li min mêze neke. Stuyê min wê biqerime. Dîsa ez halekî dibim.

Rengîn: Ev jî rast e her bijî. Lê mişkê di zikê mar de çi gotiyeş

Xemgîn: Himm. Ha wî jîggotiye ku: “Ez di rêke gellek dirêj û teng de me. Xweda alîkarê min be û rêya mi vekirî bike.

Rengîn: Aferîn! Kuro ma tu zarokekî çi zanayî. De îcar ji min re bêje: kefçî ji îstikanê re çi gotiyeş
Xemgîn: Bes lo. Ku ji bo çi ewqas dirêj dikî. Bise îcar ezê ji te pirsa bipirsim, tu hazir îş

Rengîn: Nexeyide heval. Bes tu pirsê xwe bipirse.

Xemgîn: Yaaa. Pirsa min a yekî ha ji te re

Rengîn: Ayyy!

Xemgîn: Kuro tu ji bo çi ayy dibêjîş
Te li min xist ji bo wê.

Xemgîn: Yaaa! A ji te re pirsa duduyanş

Rengîn: Wayyy mala min agir pê ket ev çi yeş
Xemgîn: Îcar çi bû ldoş Aw û waya te ye.

Rengîn: Kuro ma wê ji bo çi be. Tu şîppaxa li min dixî gopên min dêşe ji bo wê ay û waya min e.

Xemgîn: Heh heh heh! Çawa ye xortoş Ha ji min re bêje eceb min ji bo çi li te xistş

Rengîn: Ji bo çiş
Xemgîn: Lawo tu çi xortekî nezan î. Ma wê ji bo çi be. Dilê min wilo dixwest ji bo wê.

Rengîn:Ha. Keko bi serê keko, rica min ji te ev e ku bila dilê te êdî tiştekî weha nexwaze. Wellahî tobe êdî dilê min jî naxwaze ji te pirsa bike.