Rengîn û Xemgîn

Rengîn: Ay, ay, ay.

Xemgîn: Way way, way.

Rengîn: Way dayê, way.

Xemgîn:Way bavo, way.

Rengîn: Bêmirado Xemgîno! ma tu henekên xwe bi min dikî çi yeş Ez dibêjim ay, tu dibêjî way. Ez ditirsim niha ez bibêjim “ax kulîmekê min”, tu bêjî: “way”.

Xemgîn: Way zikê min.

Rengîn: Aha min negotş Tu henekên xwe bi min dikş

Xemgîn: Na keko na, îş û karê min tune ezê henekên xwe bi te bikim. kuro êşa zikê min nahêleez qise bikim, ezê hîn rabinm bi te nhenekan bikimş

Rengîn: Ma hela ev ay ay û wax waxa min ji ber ku beran qloç li min daye. Lê way way û ax axa te ji bo çi yeş

Xemgîn: Wellehî keko tiştekî wer li min jî xistiye ku ez bibêjim tuyê baweriya xwe bi min neynî.

Rengîn: Hela tu bêje...

Xemgîn: Welleh keko ê min jî brûsk li min ketiyşe.

Rengîn: Wayyy... Kuro merev davêjî lê ewqas jî mezin navêjî! Kuro heger tuyê derwan bikî, derwên wek salên xwe piçûk bavêje.

Xemgîn: Rengîno, ma tunizanî derw guneh eş Madem guneh e, ezê çawa derwan bikinş

Rengîn: !!!şşş

Xemgîn: Te got beran li min daye, ma min ji te re got ku tu derewan dikî û ka min ji te re got madem beran li te xistiye, cihê qiloçê beran nîşanî min bideş

Rengîn: Heh heh heh... Na. Tme ez fêhm nekirin. Ne ku beranê heywan yê bi qiloç, hevalê min yê binavê beran li min daye. Feqet ê te heger birûsk li te biketana wê dereke te bişewitiya. Ma ka ez dinêrim ku dereke te neşewitiye.

Xemgîn: Kuro welleh tu jî wek min korfêhm î! Ma min jî negot ku birûska ezman li min ketiye.

Rengîn: Êê

Xemgîn: Hevalê me yên bi Birûsk Birûskê Apê Zilfo limin qelibiye.

Rengîn: Ay ay, li min.

Xemgîn: Wax wax li min.