Rengîn û Xemgîn

Rengîn: Roja te bi xêr be kekê Xemgîn, çawa yîş

Xemgîn: Zor spas, Xwedê ji te razî be.

Rengîn: Xemgîn!

Xemgîn:  Bêje heyran îcar çi heyeş

Rengîn: Ezê ji te pirsekê bipirsim, meyzênim bê ka tu zanî, an na.

Xemgîn: De ka bêje heyran, ger ez zanibim ezê bersiv bidim.

Rengîn: Belê, belê. Deka ji min re bêje tu Seydayê Hêja Seîdê kurdî, bi navek din Seîdê Norsî nas dikîş
Xemgîn: Belê. Ez nas dikim û pir jî jê hez dikim.

Rengîn: Pir baş e. De ka ji min re bêjeSeydayê hêja behsa sê dijminên kurdan dike û dibêje: “Ev dijmin ji paş ve tim û tim li me dixin” Yanî me di bin destan de weka koleyan dihêlin û nahêlin ku em jî azad bin.

Xemgîn: Te got çiş sê dijminên miletê me hene ha! De tu li vir be ezê heta bi mal biçim û vegerim.

Rengîn: Lo heyrana çavê te, hela bisekine tu bi kû de direvîş

Xemgîn: Na birayê min na! Ezbê biçim malê şûr û mertal, tîr û kevana bavêjime milê xwe û werim dijminên miletê xwe bikujim, da kubila miletê min jî serbest û azad be.

Rengîn: Na qurban, heyrana çavên teş Ev dijmin ne bi tîr û kevan, ne jî bi şûr û mertal têne kuştin. Hetta evana bi kîmyasalên Seddamê Zalim jî nayên kuştin.

Xemgîn: Wişşş! Ma tu dibêjî ev dijmin qey pola neş

Rengîn: Na birayê ezîz. De bisekine ezê ji te re bibêjim. Dijminên me; yek nezanî, yek xizanî û yek jî perçebûyin e.

Xemgîn: Wax mala min, min çawa pê dernexstş Deka bêje birayê delal, emê bi ci awayî li hember van dijminan bisekini.

Rengîn: Em encax dikarin bi xwendin, huner û yekîtiyê li hember van dijminên dijwar derkevin.

Xemgîn: Heyranş Tiştekî din jî heye, wî jî bibêje bila zarokên hevalên me jî bizanibin.

Rengîn: Ew çi ye Keko! ma tştekî din jî heyeş

Xemgîn: Belê, tiştekî din jî heye. Seydayê Delal ji bo xelasbûna mekurdan tiştekî din jî dibêje, ew jî; “xwendin, xwendinş, xwendin. Deesthevgirtin, desthevgirtin, desthevgirtin” e. bes Temam bû.

Rengîn: !!!şşş