Rengîn û xemgîn 1

Xemgîn: Tingir tingir-taq tîz-tîz.... Loy loy loy ax... Hozan im, ez tembûrvan im.

Rengîn: Maşellah! Xemgîn maşellah! Kuro ev çi hal e loş Te îcar jî dest bi hozanî û tembûrvaniyê kiriye, tu ji bo çi îro ewqas bi kêf îş

Xemgîn: Ez baş im keko, ez baş im wekî turpê şaş.

Rengîn: Ji bo çi keko, ew tiştê ewqas kêfa te aniye çi yeş

Xemgîn: Xweş guh bide min. Doh êvarê janê didanê min girt, ez gelek pê êşiyam. Bavê min got: “Kurê min rabe ez te bibim nexweşxanê, bila didanê te bikşînin.”

Rengîn: Baş e keko, tu çûy yan naş

Xemgîn: Na keko, wellehî ez neçûm!

Rengîn: Weey!  mala min kuro, ma tu dînê bêhiş î!

Xemgîn: Ji ber çi kekoş Wellehî ez ne dînê bêhiş im.

Rengîn: Lê tu çi yîş

Xemgîn: Uhu uhu uh! Himm han hum... Ez, welleh ez xortekî ciwanmêr im.

Rengîn: Tew, tew, tew xorto. Ma ev ciwanmêrdiya te ciwanmêriyek çawa ye ku tu ewqas pê şa dibîş

Xemgîn: Guh bide min keko. Ez neçûm nexweşxanê. Min got ez çi bikim, çi nekimş Dawiyê min qerar da ku ezê bixwe vî didanê xweyî biêş bikşînim.

Rengîn: !!!şşş

Xemgîn: Loma min çû derziyek anî, lê derzî gelekî zexim bû. Min serîkek bi didanê xwe, seriyê din jî bi qulpa derî ve girê da.

Rengîn: Êêê! Dawiyê...

Xemgîn: Belê her tişt hazir bû. Ez jî li benda yekî bûm ku bila derî veke ez jî ji vî didanê biêş xelas bibim.

Rengîn: Êêêş

Xemgîn: Belê belê, ew dema ku ez li bendê bûm hat. Min hew mêze kir yekî dest avêtiye derî lêbelê çi dike nake nikare derî veke.

Rengîn: Hela, hela çi ecêb e! Kuro gelo ji ber çi nikare dervî vekeş

Xemgîn: Uhu uhu. Welleh keko. Ez wiha bawer im ku qeweta wî qîmê qeweta didanê  min nake. Ji ber vê nikarîbû ku derî veke.

Rengîn: Dawiyê keko, dawiyêş

Xemgîn: Dawiyê çi bû, bû. Min hew carê mêze kir ku dayika min a delal û bavê min herduyan dest avêtine qulpê derî, carek gotin: “bîsmîllah” û “ya Ellah”.

Rengîn: Dee!

Xemgîn:  Keko carek herduyan dest avêtin derî, derî kaş kirin, didanê minê bêar ji cih derket, û ez heta sibehê rehet rehet  raketim.

Rengîn: Keko ma eyb nebe, ewê ku pêşiyê dest avêtibû ku nikarîbû derî vekira kî bû.

Xemgîn: Ew birayê min ê tewr biçûk bû.

Rengîn: !!!şşş

GOTINÊ PÊşYA

Ziman bê hestî ye, naqerme.