PÊKENOK
Elo û Remo ji ber ku gundê wan nêzîkî hevûdin e, hevûdu nas dikin. Rojekê Remo li bajêr rastî Elo dibe û jê dipirse:
— Merhaba heval tu çawa yîş
Elo:
— Baş im, tu çawa yîş
Remo:
— Ez jî baş im. Tu diçî kûderêş
Elo:
— Ezê herim hemamê, min zûda ye serê xwe neşûştiye.
Remo:
— Kuro ma cara din jî tu rastî min hatî, te digot, ez derim hemamêş
Elo:
— Ew sê meh berê bûş
Remo:
— Weeyy! Malneketo ma tu beqê avê yî lawoş
ÇI GOTIYE
Mişk di zikê mar de çi gotiyeş
Gotiye: “Ez di rêyek dirêj û teng de me. Xwedê rêya min veke û bibe alîkarê min.
MAMIK
Mamkê mino
Kewara reş
Mirov li ber
Dibe xweş
(Sobe)
GOTINÊN PÊşIYAN
Xwarina ne ji xwîdana meriv be, bi meriv tehl e.