Antolojîya Çîrokên Nûbiharê

 

 

Her wekî gelek Kurdî-hez jî baþ dizanin di kovara me Nûbiharê de pir nivîskar û þairan berhemên xwe pêþkêþ kirine.. Ji van berheman jî çîrok û þiir û pexþanên berkeftî û serkeftî hatine weþandin...

 

Antolojîya Çîrokên Nûbiharê jî, ji van çîrokan pêk têt ên ku di kovara Nûbiharê de weþîyane.

 

Nivîskarê kovara me Ayhan Geverî, ji hejmara 1ê heta hejmara 99ê arþîva Nûbiharê danîye ber xwe û di nava vê arþîva hêja de jî 34 çîrok hilbijartine û ew daxilê Antolojîyê kirine...

 

Her wekî Geverî di pêþgotina pirtûka xwe de jî behs diket, di Nûbiharê de zehf çîrok hatine weþandin, lê ên ku di Antolojîyê de cih digirin çîrokên modern û ên ku li gor zewqa amadekarê Antolojîyê ne... Jixwe Ayhan Geverî jî li ser vê di pêþgotinê de wisa dibêje: "Ji bo hazirkirina vê antolojîyê, min hemû çîrok û çîrçîrokên baþ û nebaþ ên di Nûbiharê de weþîyane, berhev kirin. Bi rastî jî eger min hemû çîrok êxistibana nava antolojîyê dê hecmê antolojîyê gelek zêde biba."

 

Ayhan Geverî di pêþgotinê de her wisa jibilî hilbijartina çîrokan, behsa maceraya çîroka Kurdî jî dike, antolojîyên çîrokên kurdî ên heta niha hatine weþandin jî dinirxîne...

 

Di Antolojîya Çîrokên Nûbiharê de çîrokên 27 çîroknivîsan cih digirin, ên wekî Ali Karadeniz, Ayhan Meretowar, Bavê Xecê, Berhîm Paþa, Cankurd, Dilþad Mutî, Felat Dilgeþ, Husein Muhammed, Rahmetullah Karakaya, Ronî War, Roþan Lezgîn, Selman Dilovan, Sidîq Gorîcan, Silêman A., Zilkîf Xweþhêvî...

 

Di Antolojîyê de 34 heb çîrok û jibilî çîrokan jîyanên çîroknivîsan jî hene û jîyanên çîroknivîsan hem li pêþîya çîrokan cih digirin hem jî di dawîya Antolojîyê de hemû bi hev re hatine dan. Her wisa kronolojîya çîrokên antolojîyê jî beþek din e ku di vê antolojîyê de xwandevan dê bibîne ka kîjan çîrok di kîjan hejmara Nûbiharê de û di kîjan tarîxê de hatîye weþandin...